Şêniyên Efrînê bi meşeke girseyî dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Bi sedan şêniyên herêma Efrînê bi meşeke girseyî sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Efrînê û guhertina demografiya herêmê şermezar kirin.
Bi sedan şêniyên herêma Efrînê bi meşeke girseyî sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Efrînê û guhertina demografiya herêmê şermezar kirin.
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî sûc û guherîna demografî di her fersend û kêliyê de helwesta xwe nîşan didin. Di vê çarçoveyê de bi hezaran şêniyên Kantona Efrîn û Şehbayê meşiyan.
Meş ji rêya di navbera gundê Til Qerah û navçeya Ehdasê de destpê kir.
Di meşê de wêneyên şehîdan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên "Na ji guhertina demografiya Efrînê", "Berxwedana me kilîta rizgarkirina Efrînê ye", "Erdogan qatilê zarokan e", "Efrîn rûmeta me ye" û "Ji bo Efrînê em fedayî ne" hatibûn vekirin û diruşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û şermezarkirina dagirkirina Efrînê hatin berzkirin.
Meş li qada kampa Serdemê rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin. Bi navê Meclîsa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo axivî û anî ziman ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser Kantona Efrînê hewl dide gelê Kurd qir bike û projeya neteweya demokratîk têk bibe.
Ebdo bal kişand ser guhertina demografî ya li Efrînê û diyar kir ku ji beriya 3 salan ve dewleta Tirk a dagirker guhertina demografî li Efrînê pêk tîne, Filistînî û Tirkmenan li şûna niştecihên resen bi cih dike, ji wê zêdetir rojane sûcan li dijî niştecihên resen pêk tîne.
Mihemed Ebdo di berdewama axaftina xwe de hişyarî da Filistîniyan û got: "Ji siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî dûr bikevin û hişyar bin da ku nebin qurbaniyên siyasetên qirêj din dewleta Tirk. Efrîn a xwediyê wê yê rasteqîn in ên ku bi zorê hatin koçberkirin û berxwedana wan li Şehbayê heta vegera li Efrînê didome."
Li ser navê Kongreya Star a Herêma Efrînê Gulê Mihemed jî axivî û wiha got: "Ji 18'ê Adara 2018'an ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin nasnameya Efrînê tine bikin, sivîlan dikujin û êşkence dikin da ku wan tengav bikin û wan neçarî koçberiyê bikin û di encamê de li şûna wan kesên biyanî bi cih bikin."
Mihemed diyar kir ku para herî mezin a sûc û binkirinên li Efrînê li dijî jinan û cihên dîrokî ye, ev yek li pêşiya çavên tevahî cîhanê û rêxistinên ku îdiaya hiqûq û mirovahiyê dikin, pêk tên.
Mihemed di berdewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku dewleta Tirk avahiyên mêtîngeriyê li gundên Êzidiyan ên li Efrînê pêk tînin. Her wiha destnîşan kir ku ew hêz û îradeya xwe ji gel digirin û berxwedana xwe ya kampên Şehbayê di nava mercên zehmet de derbas dikin.
Çalakî bi berzkirina diruşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û şermezarkirina dewleta Tirk bi dawî bû.