Artêşa Tirk û çeteyên wê agir berdan daristanên Efrînê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berêvara îro agir bi daristanên hawîrdorê yên çiyayê Hec Hesna û gundên Basilê û Cilbirê yên Efrîna dagirkirî xistin.

Pêkanînên dermirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên di serî de li Efrîn û deverên dagirkirî bê navber dewam dike.

Li gorî nûçeya ANHA ku agahiyan dispêre çavkaniyên xwecihî,  çeteyên bi navê "Lîwa Semirqend" ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker agir bi darên hawîrdorê yên navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkirî xistin û heta agir gihişte navçeya Mabata. Bi dirêjiya 7 kêlometreyan şewitî.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li navçeya Şêrawayê ya kantona Efrîna dagirkirî, agir bi darên li gundên Basilê û Cilbirê jî xistin, agir gihişte gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê.

Çavkaniyên ji herêmê piştrast kir ku nêzî 2 hezar darên hawîrdorê bi rûbera 20 hêktar şewitîn.

Ev ne cara yekemîn e ku çeteyên dagirkeriyê daristanên li herêmê dişewitînin, sala borî bi dehan hêktarên zeviyên çandiniyê, darên hawîrdorê û zeytûnê şewitandin, da ku êzingên wan bifiroşin û komirên wan li sûkan bifiroşin.