Cenazeyê şehîd Şervan Dîgor hate veşartin
Şêniyên Helebê cenazeyê şehîd Yûsif Bekir (Şervan Dîgor) veşart.
Şêniyên Helebê cenazeyê şehîd Yûsif Bekir (Şervan Dîgor) veşart.
Bi sedan şêniyên bajarê Helebê vê sibehê li pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûd kom bûn û cenazeyê şehîd Şervan Dîgor wergirtin ê ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû.
Li goristana şehîdan, merasîma veşartinê bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emine Xidir û bavê şehîd Şervan, Mihemed Bekir axivîn.
Emine Xidir di destpêka axaftina xwe de şehîdên azadiyê bi bîr anî û sersaxî ji malbata şehîd Şervan re xwest.
Bavê şehîd Şervan serbilindiya xwe bi fedakariyên di oxira rizgariya Efrînê de anî ziman û diyar kir ku ji bo rizgariya axa wan, ew can û zarokên xwe feda dikin.
Piştre wesîqeta şehîd Şervan hat xwendin û cenazeyê şehîd Şervan di nava dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û rizgarkirina Efrînê ji artêşa Tirk û çeteyên wê, hate veşartin.