YPG: Hevrêyê me Agirî Qamişlo ji ber qezayeke perwerdeyê şehîd bû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku hevrê wan Mahîr El Abdullah (Agirî Qamişlo) 24'ê Gulanê ji be qezayeke perwerdeyê şehîd ketiye.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Hevrêyê me Agirî Qamişlo roja 24'ê Gulanê di encama qezayeke perwerdeyê de gihaşt şehadetê.

Hevrê Agirî li Qamişloyê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû û di temenekî ciwan de şoreşa Rojava nas kir. Bi hestên welatparêziyê mezin bû, ew hest di kesayeta xwe de kirin hêzek û tev li refên şoreşê bû. Hevrê Agirî heta kêliya dawî erk û berpirsyariyên xwe bi coşeke mezin bi cih anîn.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Agirî Qamişlo
Nav û Paşnav: Mahîr El-Abdullah
Navê Dayik: Fatma
Navê Bav: Mihemed Salih
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 24 Gulana 2021

Em di şexsê hevrê Agirî de tevahî şehîdên azadî û demokrasiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."