Cenazeyê Şehîd Ebdullah El Recep li Qamişlo spartin axê
Cenazeyê endamê Hêzê Erka Xweparastinê Ebdullah El Recep ê dema li navçeya Şedad a Kantona Hesekê li ser erka xwe bû şehîd ket, li Tirbespiyê bi merasîmeke girseyî spartin axê.
Cenazeyê endamê Hêzê Erka Xweparastinê Ebdullah El Recep ê dema li navçeya Şedad a Kantona Hesekê li ser erka xwe bû şehîd ket, li Tirbespiyê bi merasîmeke girseyî spartin axê.
Şehîd Ebdullah El-Receb di 24'ê Gulanê borî de, dema li navçeya Şedadê ya Kantona Hesekê li ser erka xwe bû, şehîd bû.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê, Mihemed Zekî Îbrahîm bi xêrhatina beşdaran kir, her wiha destnîşan kir ku beşdarbûna we di merasîmê de girêdana gel bi şehîdên xwe ve, nîşan dide.
Mihemed Zekî diyar kir ku destkeftiyên ku îro bidest xistine bi saya fedakariya van şehîdên ku xwe berpirsê parastina welat dîtine û ramana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pejirandin.
Apê şehîd Nûrî El-Receb serbilindiya xwe bi tevlîbûna wan a Meclîsa Malbatên Şehîdan, anî ziman. Her wiha diyar kir ku pêkhateya Ereb careke din soz dan şehîdan ku wê rêya wan bişopînin.
Piştî axaftinan, nasnameya şehadetê ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.
Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan de spartin axê.