Li Sûriyeyê hilbijartina pêkenok: Esad ji nû ve hate hilbijartin
Di hilbijartinên serokkomariyê de yên li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de ne hate lidarxistin, weke ku dihate payin, Beşar El Esad ji nû ve hate hilbijartin.
Di hilbijartinên serokkomariyê de yên li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de ne hate lidarxistin, weke ku dihate payin, Beşar El Esad ji nû ve hate hilbijartin.
Li gorî daxuyaniya Serokê Parlamentê Hammûd Sabaha, Esad ji sedî 95.1 ê dengan wergirt.
Ji hevrikên wî wezîrê berê Sallûm Abdullah ji sedî 1.5, endamê 'muxalefeta' bi dilê desthilatdariyê Mahmûd Marey jî ji sedî 3.3 ê dengan stand.
Li gorî Serokê Parlmaentê 14.2 milyon kesî dengê xwe dan. Di teoriyê de li Sûriyeyê 18.1 milyon hilbijêr hene. Ji bo rêjeya tevlîbûna li hilbijartinê jî hate îdîakirin ku ji sedî 76.64 ê hilbijêran tevlî bûne.
Hilbijartin li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de û li hin sefaretxaneyên Sûriyeyê yên li derveyî welat hate kirin.
Ji sala 2011'an dema destpêkirina şerê navxweyî û vir ve cara duyemîn e ku hilbijartinên serokkomariyê tên kirin.
Sala 2014'an di hilbijartinên bi nîqaş de, Esad ji sedî 88 ê dengan standibû. Piştî mirina bavê Esad, Beşar Esad sala 2000'î bi referandûmê bû serok û ji hingî ve cara çaremîn e ku xwe dide hilbijartin.
Hikumetên rojavayî diyar kirin ku hilbijartinên li Sûriyeyê ne azad e, ne jî adîl e.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tevlîbûna li hilbijartinê red kiribû.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ragihandibû ku heta atmosfereke demokratîk nebe hilbijartineke rasteqîn jî nabe û gotibû, "Em ê nebin parçeyek ji hilbijartinên Serokatiyê û em ê tevlî nebin."