Şêx û rûspiyên eşîrên Tebqayê derheqê bûyerên dawî yên li Minbic û gundewarên wê, daxuyaniyek da. Şêxê eşîra El-Sixne Fewaz El-Bêk daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Tişta ku îro li Minbicê jê êrîşên çekdarî û talankirina bimetod ên li dijî saziyên leşkerî û sivîl dibin û kişandina çekê li hember Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên leşkerî bi armanca derxistina fitneyan li herêmê ne.
Bi hinceta erka xweparastinê ewlehî û aramiya Minbicê derbe dikin. Her wiha hin alî û meclisên pêywendîdar hene li ser guhartina qanûnan dixebitin. Lê ev kiryarên wêrankirinê ku pêk hatine girêdayî ajandeyên derve ne. Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî van exlaq û kiryaran tev nagerin.
Em şêx û rûspiyên eşîran van kiryarên wêrankirinê li dijî Rêveberiya Sivîl a Minbicê şermezar dikin û bi ti daxuyaniyên li ser wêrankirin, derxistina fîtne û tevlîheviyên etnîkî li herêmê qebûl nakin.
Em şêxên eşîran diyar dikin ku heta dagiker ji ser axa me bên derxistin, em li gel QSD’ê û Rêveberiya Xweser in.”