Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriye: Li hember lîstikan baldar bin

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku bûyerên li Minbicê rû dane, armanca wan parçekirina tevna nîştimanî, têkbirina ewlehiya li bajêr û derxistina fitneyê di navbera pêkahteyan de ye. Desteyê bang li êlan kir ku bi lîstokan nexapin.

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bûyerên dawî yên li Minbicê li pêşiya navenda xwe ya li Qamişloyê daxuyaniyek da raya giştî.

Endamê desteyê şêx êla El-Şerabîn Mihemed El-Hemdûn daxuyanî bi beşdarbûna endamên desteyê xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Zêdekirina êrîşên li dijî Rêveberiya Xweser ji aliyê hikumeta Şamê û dûvikên wê ve û ji aliyê qaşo bi navê muxalefeta derve ve, bi taybet piştî bidawîbûna şanoya hilbijartinên serokatiyê ku rejîmê bi lidarxistina wê hemû biryarên navneteweyî, nemaze biryara 2245’an binpê kirin. Ti rê li pêşiya wê nema ku tevlîheviyê di nava pêkhateyan de derxe. Ji ber wê û bi rêya şaneyên xwe yên veşartî hewl da tevna nîştimanî û aramiya li herêmê têk bibe û fitneyeke hundirîn derxe.

Em Desteya Rûspiyên a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxiyê didin hemû kesên jiyana xwe ji dest daye û hêvî dikin ku hemû birîndar baş bibin. Ev kiryarên ku ji aliyê bermahiyên DAÎŞ’ê, kesên ku li gorî ajandeyên dewleta Tirk tev digerin û hikûmeta Şamê ve tên kirin.

Kesên saziyên li Şedadê şewitandine ku nekarîn tevna nîştimanî ya pêkhateyên herêmê têk bibin, heman kesên ku milîsên li taxa Teyî ya Qamişloyê bi kar anîne da ku biratiya di navbera pêkhateyên Ereb û Kurd de têk bibine. Îro jî ev yek li Minbicê dubare dibe. Li Minbicê heta niha ti bûyerek ku aramiya wê têk bibe, pêk nehat. Lê hinek sîxûr û kesên xwe firotine hewl dan ewlehiya li herêmê têk bibin.

Tenê bi rêya aqilmendiyê û têgihiştina di navbera rêveberiyê û gel de em dikarin vê keştiyê bigihînin berava ewlehiyê.

Em bang li êlê resen dikin ku bi van fitneyan neyên xapandin. Ji bo parastina ewlehiyê, tevna nîştimanî û jiyana aştiyane ya li herêmê bi rola xwe rabin.”