Li Sûriyeyê 10 salan nêzî 500 hezar kes mirin
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, li Sûriyeyê di şerê 10 salên dawî de nêzî nîv milyon mirov mirine.
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, li Sûriyeyê di şerê 10 salên dawî de nêzî nîv milyon mirov mirine.
Saziya ku navenda wê li Londonê ye, nêzî 100 hezar kesên din ên ku mirina wan hate piştrastkirin xist nava bîlançoya nû.
Hate ragihandin, di şer de ku Adara 2011'an dest pê kir, di nava 10 salan de herî kêm 489 hezar û 438 kes hatin kuştin.
Piraniya 100 hezar kesên ku mirina wan nû hatiye piştrastkirin, di navbera salên 2012 û 2015'an de jiyana xwe ji dest dan.