'Şehîd Bêrîvan û Şehîd Silava rê li pêşiya azadiya jin vekirin'
Malbatên Şehîdan, herdu şehîdên destpêkê yên Efrînê Şehîd Silava û Şehîd Bêrîvan ên ku di destpêka şoreşa rojava de şehîd ketin, bi bîr anîn.
Malbatên Şehîdan, herdu şehîdên destpêkê yên Efrînê Şehîd Silava û Şehîd Bêrîvan ên ku di destpêka şoreşa rojava de şehîd ketin, bi bîr anîn.
Malbatên Şehîdan û endamên Saziya Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê, şehîdên destpêkê yên herêma Efrînê Silava û Bêrîvan Nûjan bi bîr anîn.
Xwişka Şehîd Bêrîvan Rûhîn Qelender destpêkê axivî û got, "Şehîd Bêrîvan Nûjan navê wê yê li malê Bêrîvan Qelender bû, ji zarokatiya xwe ve, di salên 1980'î de bi fikir û felsefeya têkoşîna azadiyê ve hatibû girêdan. Di nava malbateke welatparêz de mezin bû.
Şehîd Bêrîvan dayik bû, ji ber ku di temenekî biçûk de hatibû zewicandin. Zarokeke wê hebû. Her tim di nava têkoşînê de bû. 2 salan bi hevjînê xwe re ma û piştre di destpêka şoreşê de tevlî bû."
Rûhîn Qelender anî ziman, ku Bêrîvan di nava hevalên xwe de cihê moralê bû û got, "Piştî ku hevalên wê tevlî şerê Helebê bûn, biryar hat ku yên zewicî tevlî şer nayê kirin. Lê Bêrîvan di biryar axwe de israr kir û tevlî şerê Helebê bû. Hin hevalên wê jî bi bandora wê tevlî vî şerî bûn."
Rûhîn Qelender diyar kir ku piştî şerê Helebê Bêrîvan tevlî şerê li gundê Basilê yê navçeya Şêrawayê bû û di 28'ê Gulana 2013'an de şehîd bû.
Dayika Şehîd Engîzek, Xedîce Elo jî li ser her du şehîdan got, "Di destpêka şoreşê de li Efrînê 2 şehîdên destpêkê hebûn. Silava û Bêrîvan şehîd ketin. Em li be bîranîna wan bejna xwe ditewînin, wan şehîdan rojava ronî kirin û şewqa xwe dan tevahiya cîhanê. Em ji Efrînê derketin û goristanên me li wir mane. Lê belê şehîd her tim di dilê me de ne. Şehîd Bêrîvan û Şehîd Silava bûn rêya aştî û ronahiyê ji bo her kesî."
Endama Kongreya Star a Kampa Serdemê Salîhe Mihemed Fatê jî got, "Şehîd Silava û Şehîd Bêrîvan di destpêka şoreşê de xwe kirin qurbanê gelê xwe. Herdu şehîdan ji me re rêya têkoşîn û azadiyê vekir. Şehîd Silava û Şehîd Bêrîvan bingeheke esasî ji YPJ'ê re çêkir."