Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xelîl spartin axê

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Xelîl Hemû ku di Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li gundê Um Hoş a Kantona Şehbayê spartin axê.

Bi hezaran welatiyên ku li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a navçe Fafîn a Kantona Şehbayê cenazeyê şehîd Xelîl Hebûn girtin, bi karwaneke ji sedan wesayîtî pêk dihat ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li gundê Um Hoş a Şehbayê ketin rê.

Piştî karwan gihaşt goristanê, merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Abdîn Şêxo axivî û sersaxiya malbata şehîd û tevahî şêniyên Herêma Efrînê xwest.

Şêxo li ser berxwedana dîrokî ya şêniyên Efrînê li herêmên Şehbayê û siyaseta qirêj a ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmê pêk tînin axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê demografiya herêmê diguherin, şêniyan şantaj dikin ku koçber bibin, navendên nû li gel gundên Kurd ava dikin û malbatên Tirkmen û Ereb têde bi cih dikin."

Şêxo wiha domand: "Wê bi qurbanî û fedekariyên şêniyên Herêma Efrînê berxwedan heta rizgarkirina Efrîn û tevahî herêmên dagirkirî yên Sûriyê berdewam bike."

Piştî axaftinan, endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Zeyneb Ebdo nasnameya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.

Merasîm bi tilîliyên dayik û silavkirina berxwedana şehîdan û spartina cenazeyê şehîd bi dawî bû.