Cenazeyê şervanê HRE’yê Mezlûm Nêrebiyê veşartin

Bi hezaran şêniyên Herêma Efrînê cenazeyê şervanê HRE’yê şehîd Mezlûm Nêrebiyê yê di Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû bi mersîmekê veşartin.

Piştî şêniyan ji Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê cenazeyê şervanê HRE’yê Şehîd Xalid El-Wawa (Mezlûm Nêrebiyê) ê ku di Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû girtin û şûnde, bi karwaneke ji sedan wesayîtî pêk dihat ber bi Goristana Şehîdan a Berxwedana Serdeê ya Ehresê ve ketin rê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre Endamê Rêveber ê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Reşîd Foko sersaxî da malbatên şehîdan û got: "Bi saya ked û qurbaniyên şehîdan me gelek destkeftî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistin û em ê bi şopandina rêya şehîdan tevahî xakên dagirkirî rizgar bikin û li herêmên xwe bi serbilindî vegerin."

Piştre li ser navê Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Henan Seydo axivî û behsa siyasetên guhartina demografî ya li Efrîna dagirkirî pêk tê, kir û avakirina yekîneyên niştecihî li gundewarên Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir.

Seydo piştrast kir ku bi qurbaniyên şêniyên Herêma Efrînê û hevgirtina gel dê tevahî planên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê werin hilweşandin û wê Efrînê zû yan dereng ji dagirkeran rizgar bikin.

Li aliyekî din jî Endama Rêveber a Kongreya Star a Herêma Efrînê Newroz Haşim got divê şênî ev qonaxa ku herêm tê re derbas dibe, baş bizanin û hevgirtî bin û nehêlin siyasetên şerê taybet bandore li wan bike, her wiha bang kir ku divê berxwedan û têkoşîn were bilindkirin heta ku Efrîn rizgar dibe.

Di dewama merasîmê de Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd Basil Dodeq (Rêber Şêrawa) ku di 1’ê Adara 2018’an de di Qonaxa Yekemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû eşkere kir.

Li dawiya merasîmê, endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zeyneb Ebdo nasnameya her du şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin.

Cenazeyê şehîd Mezlûm Nêrebiyê bi dirûşman hate veşartin.