HRE nasnameya şervanên xwe Dîgor û Nêrebiyê eşkere kir
HRE’yê nasnameya du şervanên xwe yên 26’ê Gulanê li navçeya Şera ya Efrînê şehîd bûbûn eşkere kir.
HRE’yê nasnameya du şervanên xwe yên 26’ê Gulanê li navçeya Şera ya Efrînê şehîd bûbûn eşkere kir.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê nasnameya şervanên xwe Mazlûm Nêrebiyê û Şervan Dîgor ên li navçeya Şera ya Efrînê şehîd bûbûn, eşkere kir.
HRE li ser mijarê ev agahî parve kir:
“Li roja 26’ê Gulanê li gundê Merenazê ya girêdayî navçeya Şera, di encama êrîşên dijmin de du hevrêyên me gihiştin asta şehadetê.
Hevrêyên me Şervan û Mazlûm, ji roja ku tevlî refên me bûn heta kêliya dawî, li hemberî dagirkeran bi ruhek fedayî têkoşîn kirin û bi fedakariyek mezin erk û berpirsiyarên xwe bi cih anîn. Ti car dagirkeriyê û zext û zordariyên ku li ser gelê me tê meşandin qebul nekirin û li hemberê vê yekê di çepera pêş de tekoşîn dan meşandin. Em wek Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) destnîşan dikin ku em ê tola şehîdên xwe rakin û hesabê ji dagirkeran bipirsin.
Em di şexsê hevrêyên xwe Şervan û Mazlum de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin, ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Mazlûm Nêrebiyê
Nav û Paşnav: Xalid Elwawa
Navê Dayikê: Ayde
Navê Bav: Yasir
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Merenazê - Şera / 26 Gulan 2021
***
Nasnav: Şervan Dîgor
Nav û Paşnav: Yusif Bekîr
Navê Dayikê: Lîna
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Merenazê - Şera / 26 Gulan 2021