Malbatên Şehîdan ji bo xwedîlêderketina berxwedana gerîlayan meşiyan
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Çilaxa êrîşên dagirker ên dewleta Tirk şermezar kirin û xwedî li berxwedana gerîlayan derketin.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Çilaxa êrîşên dagirker ên dewleta Tirk şermezar kirin û xwedî li berxwedana gerîlayan derketin.
Dewleta Tirk ji 23`yê Nîsanê ve êrişî herêmên Avaşîn, Metîna û Zap ên Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Lê gerîla derbeyên giran li wan didin. Dewleta Tirk a dagirker çekên qedexekirî di topbarana xwe ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de bi kar anî.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û sûcên li dijî Başûrê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meşek organîze kir û destnîşan kir ku ew her dem piştgiriyê bidin gerîlayan.
Meş ji Çerxerêya Şehîd Mehsûm dest pê kir. Meş li qada gerajê ya li naverasta navçeyê rawestî û veguherî mîtîngê. Di mitîngê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Elî El-Elî axivî û diyar kir ku ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê canê xwe feda kir da ku herêmên xwe rizgar bikin û jiyaneke bi rûmet ji gelê xwe re peyda bikin.
El-Elî da xuyakirin ku bi berxwedana gerîla wê bi saya piştgiriya malbatên wan berdewam bike û wê her tim şopdarên rêya wan bin heta ku hemû herêmê rizgar dikin.
Di mîtîngê de şêniyan berxwedana li hemberî dagirkeriya Tirk silav kir.