Êrişên dagirkeriyê li Şêxmeqsûdê hate şermezarkirin

Li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê ji bo xwedîderketina li berxwedana gerîlayên HPG'ê meşek hate lidarxistin. Xerîb Hiso li qada çalakiyê axivî û destnîşan kir ku berxwedana li qadên gerîla ji bo gelên Rojhilata Navîn destketiyeke mezin e.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, bi meşekê li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabûn û xwedî li ber xwedana gerîla derketin.

Şênî li pêş hola civînan a beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê kom bûn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan hilgirtin û li tevahî kolana taxê gerîn û ber bi beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê ve çûn. Piştre jî li Qada El-Sebi ya Şehîdan kom bûn.

Piştî deqeyeke rêzigirtinê Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî û berxwedana gerîla silav kir û got: "Gerîla xak û rûmetê diparêzin û berxwedana wan efsanewî wê ye."

Hiso wiha domand: "Hêzên gerîla li hember siyaset û komployên herî qirêj li ber xwe didin, her wiha li hember hewldanên dewleta Tirk û ajanên wê yên dagirkirina herêmê disekinin."

Têkildarî xebata xweparastinê û parastina rûmetê Hiso wiha pê de çû: "Ji mafên me ye ku em parastinê bikin û piştgiriyê bidin hêzên gerîla, ji ber ku ew yekane kesên terorê û dagirkeriyê têk dibin û li dijî hişmendiya şofînîst a nijatperestiya Osmanî tê dikoşin."

Hiso bal kişand ser serketinên gerîla yên li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn û ev nirxandin kir: "Ev serketina tevahî herêma Rojhilata Navîn e. Ji lewre divê em hemû hêza xwe ji bo piştgiriya gerîla bidin."

Xerîb Hiso di dawiya gotina xwe de got divê berxwedan berdewam be, da ku parastina şaristanî û dîroka herêmê ji hilweşîn û qirkirinê bikin.

Li aliyekî din jî Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Roşîn Mûsa axivî û wiha got: "Malbatên şehîdan piştgiriya berxwedana keç û xortên xwe dikin ku ew ê dagirkeriyê têk bibin."

Roşîn Mûsa di dawiyê de da zanîn ku serketin para gerîlayên azadiyê yên li çiyayê Kurdistanê ye.