Di êrîşa Eyn Îsayê de sivîlek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker rêya M4 a girêdayî Eyn Îsa û navçeya Şera ya Efrîn bombe kir. Li ser rêya M4 sivîlek birîndar bû.
Dewleta Tirk a dagirker rêya M4 a girêdayî Eyn Îsa û navçeya Şera ya Efrîn bombe kir. Li ser rêya M4 sivîlek birîndar bû.
Li gorî agahiyên hatin girtin, dewleta Tirk bombe li rêya M4 a Eyn Îsa barand.
Di dema êrîşê de sivîlê bi navê Ezîz Şewket ê 35 salî birîndar bû.
Di êrîşa 1’ê Tebaxê ya li ser rêya M4 de Ebdulkerîm Şelaş Qiwêdir ê ji Hûmsê birîndar bûbû.
Dewleta Tirk li gorî saeta herêmî 12:00’an bombe li gundên Elqemiyê û Meranazê ya navçeyê Şera ya Efrînê barandin. Agahiyên zêdetir nehatin girtin.