Dewleta Tirk li Til Temirê jinek û kurê wê birîndar kir
Dewleta Tirk a dagirker bi topan li Til Temirê da. Di vê êrişê de jinek û kurê wê birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker bi topan li Til Temirê da. Di vê êrişê de jinek û kurê wê birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ANHA’yê dewleta Tirk li Til Temirê bi topan li sivîlan da.
Top li pêşiya Sahaya El Selamê ket. Di êrişê de Eyşe El Hesen (40) û kurê wê yê 4 salî Hisên Salim birîndar bûn.
Dayik ji ber êrişan bi topan ji gund derketibû û hatibû bajêr.
Hate ragihandin ji ber êrişan gelek gundî neçar dimînin koç bikin.