Dayika Şehîd Zagros: Erdogan ji şehîdên me jî ditirse

Dayika şehîd Şiyar Zagros a cenazeyê kurê wî li Goristana Şehîd Avesta Xabûr e got: “Ger ku Erdogan û çeteyên xwe, ji cenazeyên şehîdên me netirsiyabana şehîdgehê me xira nedikir in.”

Her diçe nerazîbûnên gel û taybet malbatên şehîdan ên li hember xiragkirina Şehîdgiha Şehîdên Berxwedana Serdemê mezintir dibin. Yek ji dayika Şehîd Şiyar Zagros a gora wî li Goristan Şehîd Avesta Xabûr e, got: “Erdgoan û çeteyên wê ji gorên şehîdên em ditirsin.”

Dayika Şehîd Şiyar Zagros bal kêşand li ser berxwedana li Efrînê ya hatî kirin û got: “Kurê min Şehîd Şiyar û hevalên xwe li bajarê Efrînê heta ku şehîd ketin li ber xwe dan. Dewleta mafiya û çeteyan dewleta Tirk êrîşek bê hiqûq anî ser me. Tu dewlet dengê xwe nekir hîn zêdetir alîkarî dan dewleta dagirker Tirkiyê. Ev êrîş û talankirin nebes bû, niha ji êrîşê goristana me kirin. Çawa dibe kesek dengê xwe ji dagirkera Tirkiyê nakin?”

Dayika şehîd Şiyar Zagros li ser xirakirina Şehîdgehan bi van gotinan êrsa xwe anî ziman: “Li ber çavê hemû cîhanê sûçên şer tê kirin, xirakirina goristanên me têr nekir, derewan jî dike û dibêje; ‘PYD û PKK sivilan qetilkiriye û vane avêtine goristana komê.’ Ew derewa Erdogan e, cenazeyên ku li ber nexweşxaneyê hatine veşartin, şehîdên me ne. Erdogan encax dikare xwe bixapîn e. Min bi xwe bi destê xwe kurê xwe veşart û me merasîm çêkir. Niha jî, dewleta dagirker bi xwe şehîdên me dixe nav goristana komê. Ev ne bê vicdaniye, çi ye? Me dema televîzyon temaşe kir û dema me dît cenazeyên zarokên me jî axê derdixînin dilê me bû hezar perçe. Erdogan bi çeteyên xwe ve Efrîn dagir kir, lê dîsa jî têra wan nekir. Her ku diçe sûcên şer zêdetir li Efrînê tê kirin, Erdogan wê hesaba vê yekê bide.”

Dayîia Şehîd Şiyar Zagros destnîşan kir ku çawa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li zindana Îmraliyê li ber xwe dide, ew jî wê li her derê li ber xwe bidin. Dayika Şehîd Zagors diyar kir ku heta ku Rêberê Gelê Kurd bi fîzîkî azad nebe, wê Efrîn jî azad nebe.

Xwişka Şehîd Şiyar Zagros jî da xuyakirin ku Erdogan û çeteyên xwe li Efrînê tiştek nehişt û got: “Ne zarok û jin nas kir ne kal ne jî, pîr nas kir. Ne tenê goristana Şehîda Avesta Xabûr, goristana şehîdan li Metîna û Qazikli jî xira kir heta kevîrên li ber serê şehîdên me jî dizîn. Niha jî bi derewekî dixwaze hêzê me reş bike. Lê derewa Erdogan tu cara nayê bawer kirin. Ez jî wek xwişka şehîd di merasîma biraya xwe de amade bûm, me bi destê xwe şehîdên xwe veşart. Heta ewqas dîmên me hene ku me çawa li van goristanan şehîdên xwe siparin axê. Erdogan û çeteyên xwe çi ji şehîdên me dixwaz e. Em wek malbata şehîd şermezar dikin û Erdogan wê hesaba vê yekê bide. Xirakirina goristana şehîdan, bê exleqiye û sûc e. Çi dibe bila bibe, em ê bizivirin bajarê xwe û ev goristanên ku dewleta dagirker yê ku xirakiriye, em ê dîsa nû ve ava bikin. Hêviya me ji bo serkeftinê mezine û em ji hêzên xwe bawer in. Em heta dawiyê şopdarên şehîdên xwe bin, ta ku xwestek û xeyelê van bi cih were.”