Civîna QSD’ê ji çapemeniyê re girtî didome

QSD’ê û koalîsyona navnetewî ragihandin ku ew ê xebata hevbeş ya ji bo ewlehiya herêmê bidomînin. Di van kêliyan de civîn bi rengê ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.

Civîna salane ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku danê sibehê bi dirûşmeya “QSD misogeriya destketiyên şoreşê û rizgarkirina herêmên dagirkirî û parastina wan e” dest pê kiribû bi axaftin û nîqaşan didome.

Di civînê de 500 delege ji hemû meclîsên leşkerî yên QSD’ê, şandeyek ji koalîsyona navnetewî ya li dijî DAÎŞ’ê û her wiha kesayetên siyasî, civakî û rûsipiyên herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê amade bûn.

Di civînê de Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ku axaftina destpêkê kir, bal kişand li ser vegera penaberan ya ji bo warê wan û diyar kir ku ew amade ne ji bo çareseriyê, rêveberiya Şamê jî di nav de bi hemû aliyan re diyalogê bikin.

Mazlûm Ebdî ji bo vegera penaberan ya li ser warê wan, ji civaka navnetewî destek xwest da ku QSD erka têkbirina dawî ya çeteyên DAÎŞ’ê bi ser bixe.

Ebdî her wiha bal kişande ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir ku ew ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, rastî zorî û zehmetiyan hatin; lê bi hevgirtin û xwedîderketina gelên herêmê û hêzên dost wan dikarîbû zehmetiyên heyî derbas bikin”.

Di dewama axaftina xwe de Ebdî ragihand xeteriya vegera DAÎŞ’ê heye li van herêman û ji koalisyona navnetewî û cîhanê bi giştî xwest ku li gorî vê rastiyê tevbigerin û piştgiriya xwe ji QSD’ê re bihêztir bikin, da ku aramî û ewlehî were parastin

Di mijara çeteyên girtî yên DAÎŞ’ê de jî Mazlûm Ebdî wiha axivî: “Cîhan tev dizane ku bi 10 hezaran çeteyên DAÎŞ’ê di zindanên me de girtî ne û baş dizanin ku derfetên rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têra wê yekê nake; pêwîstî heye ku Netewên Yekbûyî rê bide ku alîkarî derbasî herêma me bibe û civaka navnetewî çareyekê ji van girtiyên DAÎŞ’ê re bibîne”.

Civîna salane ya QSD’ê ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.