Li Bakur-Rojhilatê Sûriyê jiyan ji bo 5 deqeyan rawestiya

Ji bo kesên ku di êrîşên qirker ên 3'yê Tebaxa 2014'an de li Şengalê şehîd bûbûn werin bibîranîn li Bakur-Rojhilatê Sûriyê jiyan ji bo 5 deqeyan rawestiya.

Li ser banga Rêveberiya Xweser a Şengalê li Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji bo salvegera 7'an a Qirkirina Şengalê ji bo 5 deqeyan jiyan rawestiya.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê bang kiribû ku saet 10:00-10:05'an jiyan were rawestandin.

Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê got, ''Serfiraxiya QSD'ê ya 23'yê Adara 20192'an a li Baxozê parçeyek ji tolhildanê ya wan şehîdan e ku di êrîşên DAÎŞ'ê de şehîd bûbûn.''

Rêveberiya Xweser got ji ber vê jiyanê ji bo 5 deqeyan radiwestînin û got, ''Gelê herêmê, bang dike ku Rêveberiya Xweser a Şengalê li qada navnetewî were naskirin û destekê bide civaka Êzîdî.''

Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo salvegera qirkirinê bang kiribû ku saet di navbeyna 10:00'an û 10:05'an de jiyan were rawestandin.