Li Amûdê û Tebqayê dagirkeriya dewleta Tirk û îxaneta PDK’ê hat şermezarkirin

Şêniyên bajarên Amûdê û Tebqayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk a li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê û îxaneta PDK’ê şermezar kirin.

Li bajarê Amûdê yê Kantona Qamişloyê bi pêşengtiya PYD’ê, bi armanca şermezarkirina qetlîama Konyayê, dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk ya li hemberî Kurdan û îxaneta PDK’ê meşek girseyî hat lidarxistin.

Di çalakiya ku li Meydana Jina Azad hat lidarxistin de endam û rêveberên PYD, Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl ên li navçeyê jî amade bûn.

Çalakvanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên têkoşîna azadiyê hilgirtin û bi domdarî dirûşmeyên “Bimire îxanet”, “Bimre AKP-MHP”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Her wiha qetlîama nijadperest ya li Konyayê şermezar kirin û berxwedana gerîla ya li hemberî dagirkerî û îxanetê jî silav kirin.

Piştî meşê girse li Meydana Şehîd Cîhad mîtîngek li dar xist. Di mîtîngê de Hevserokê Ofîsa Kar û Barên Rêxistinkirina Rêveberiya Xweser ya Herêma Cizîrê Xalid Îbrahîm axivî. Îbrahîm bal kişande ser êrîşên berfireh ên dewleta Tirk ya li hemberî gerîla û gelê Kurd û got ku armanca wan êrîşan tunekirin e û wiha dewam kir, “Em gelê Kurd û yên herêmê em li hemberî hevkar û xayînan têkoşîna man û nemanê didin. Êrîş çiqasê mezin dibin bila bibin, wê ev gel bi fikrên Rêber Apo û şehîdan berxwedana xwe bidomîne.”

Îbrahîm destnîşan kir ku bi êrîşa li ser gerîla re hemû destketiyên her çar beşên Kurdistanê dibin hedef û ev hişyarî da; “Armanca herî girîng, statuya Başûrê Kurdistanê û destketiyên li Rojava û Bakurê Kurdistanê ye.”

Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de ragihand, “Ji ber vê yekê gelên Rojava bi Kurdê xwe, Ereb û Sûriyaniyên xwe ve êrîşên dagirkeriyê û îxaneta li Başûrê Kurdistanê red dikin. Gelên Rojava ji bo parastina nirx û destketiyên xwe yên di dema xwe de bi dayîna bi hezaran şehîdî avakiriye amade ye.”

Piştî axaftinan yên di qetlîama 3’ê Tebaxa 2014’an û êrîşa faşîstî ya li Konyayê pêkhatî de şehîd bûne bibîr anî û bi berzkirina dirûşmeyan çalakiya xwe bidawî kirin.

CIWANÊN TEBQAYÊ MEŞEK LIDARXISTIN

Bi dehan endamên Meclîsa Ciwanan û Yekîtiya Jinên Ciwan, her wiha gelek ciwanên bajarê Tebqayê li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bakurê Kurdistanê, xwepêşandanek lidarxistin.

Xwepêşandan li pêşiya Buroya Kombûna Jinan a Zenûbiye dest pê kir. Xwepêşanderan alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, alên Partiya Sûriya Pêşerojê û pankertên şermezarkirina sûcên dagirkeriya Tirk hilgirtin.

Meş li Navenda Şehîd Hanî El-Elîs a Ciwanên Şoreşger a li Tebqayê veguherî mitingê. Li wir li ser navê ciwanên Tebqayê daxuyanek ji aliyê Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê Mehmûd El-Yetîm ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser êrişa nîjadperest a li dijî malbata Kurd ya li Konyayê hate kirin û wiha hate gotin: “Ev komkujî kîna nîjadperestên Tirk ya li dijî Kurdên li Tirkiyê û herêmê nîşan dide.”

Her wiha hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re di êrişên qirkirin û dagirkeriyê de yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hate şermezarkirin û got ku Barzanî û partiya xwe her tim êrişî hêzên gerîla dike.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku sînorekî ji sûcdar Erdogan re deynin û li ser sûcên ku li dijî gelên herêmê pêk aniye, hesab jê bixwazin.