ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Kongreya Star salvegera avabûna Rêveberiya Xweser pîroz kir
Koordînasyona Kongreya Star salvegera 3’emîn a avabûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir. -
Xelkê Kobanê êrişên PDK'ê şermezar kir
Bi sedan kes li Kobanê daketin qadan û xiyanetae PDK'ê ya li gelê Kurd û êrişên li dijî gerîla şermezar kirin. -
Rêveberiya Xweser: Heta Sûriyeyeke demokratîk em ê têkoşîna xwe dewam bikin
Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek da û diyar kir, heta Sûriyeyeke demokratîk û aştiyane bê avakirin wê têkoşîna xwe ya demokratîk, siyasî û civakî dewam bike. -
Artêşa Tirk bombe li gundekî û embarên zad barand
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bombe li embarên zad ên li gundê Qizêlî yê Girê Spî û gundê Hoşeriyê yê li bakurrojhilatê Minbicê barandin. -
Li Efrînê wesayîtek bombebarkirî teqiya
Li Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye wesayîteke bombebarkirî teqiya. -
Li Kantona Qamişloyê dewleta Tirk û PDK hatin protestokirin
Êrişên ku PDK dibe ser gerîlayan li kantona Qamişloyê bi çalakiyan hate protestokirin. -
Êzîdiyên Rojava ji dewletan dipirsin: Pênaseya we ya qirkirinê çiye?
Nûnerên Êzîdiyên Rojava diyar kirin qirkirina Êzîdiyan ku DAÎŞ'ê nekarî temam bike niha ji hêla dewleta Tirk ve tê xwestin ku were temamkirin û gotin, ''Dema ku DAÎŞ dikuje qirkirin, dema ku dewleta dewleta Tirk dikuje, çiye?'' -
Dewleta Tirk bombe li gundên Şerayê barand
Dewleta Tirk a dagirker bi tankan bombe li gundên ser bi navçeya Şera ya Efrînê barand. -
Cenazeyê şehîd Îmad Hecî li Minbicê hate veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îmad Ebdûrezaq Hecî li Şehîdgeha Minbicê bi merasîmekê hate veşartin. -
Li Qamişlo bi hezaran li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan
Bi hezaran şêniyên bajarên kantona Qamişloyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Mexmûr û Şengalê daketin qadan. -
Êrîşî gundên Eyn Îsa û Şehbayê kirin-NÛ BÛ
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş bire ser gundê Til Mediq, Zeyana, Şeala û Nêrebiyê yên Şehba û Hoşan a Eyn Îsayê. -
Çiya: Em ê berdêla parastina welêt bidin
Ji fermandarên QSD'ê Milîtan Çiya got, ''Em hêza parastina xak û welêt in. Berdêla vê çi dibe bila bibe em ê vê bikin.'' -
YPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
YPG'ê ragihand ku şervanê wan Hogir Narîn Botan ji ber nexweşiyê şehîd bû û got, "Hevrêyê me Hogir heta kêliya dawî bi berpirsyariyeke mezin cihê xwe di nava karên şoreşê de girt." -
Dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî 5 rûspî revandin
Dewleta Tirk a dagirker li girê Spî ji eşîreta El-Bû Esafayê 5 rûspî revandin. -
Dewleta Tirk a dagirker li Efrîn û navçeyên wê 6 kes revand
Hate ragihandin çeteyên girêdayî dewleta Tirk di 1’ê Îlonê de li bendeke kontrolê ya li Efrînê kesê bi navê Ebdulqadir Seydo girtine. Hate diyarkirin Seydo ji gundê Birîmce yê Mabatayê ye. -
Dagirkerên Tirk li Efrînê 3 sivîlên din jî revandin
Dagirkerên Tirk li navçeya Bilbilê ya Efrînê 3 sivîl revandin. -
Dewleta Tirk bombe li Şera û Şêrawayê barand
Dewleta Tirk careke din bombe li navçeyên Şera û Şêrawa yên Kantona Efrînê barand. -
HRE: Li Efrîn, Bab û Ezazê 12 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku li herêmên dagirkirî Efrîn, Bab û Ezazê di çalakiyan de herî kêm 12 dagirker hatine kuştin ku 3 ji wan leşker in. Hate ragihandin ku 16 dagirker jî birîndar bûne. -
Gundên Minbicê hatin bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombe li gundên Minbicê barand. -
Dewleta Tirk û çeteyên xwe sivîlan direvînin û êşkence dikin
Dewleta Tirk û çeteyên wê yên weke ‘Polîsên Leşkerî’ hatine nasandin şêniyê bi navê Mistefa Bekir Bekir li gundê wî yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê revand û êşkece kir. -
Li Qamişloyê çalakiyên 1’ê Îlonê: Dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin
Meclîsên navçeyan Kantona Qamişloyê, bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Cîhanê daketin qadan û êrişên dagirker en dewleta Tirk protesto kirin. -
Dewleta Tirk a dagirker gundên Minbicê û Şehbayê topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker gundên El-Neyrabiya û El-Zoyan ên girêdayî kantona Şehbayê, topbaran dike, her wiha gundê Seyadê ya bakur rojavayî Minbicê yê tijî sivîl bi hawanan topbaran kir. -
Dewleta Tirk bombe li gundên Şehbayê barand
Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li gundên Kantona Şehbayê barand. -
Dagirker Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Şealê û Samuqa yên girêdayî herêma Şehbayê dide ber topan. -
Efrîniyan êrîşên dewleta Tirk şermezar kir
Efrîniyên ku ji ber dagirkeriya Tirk ji bêgavî çûne Şêrewa û Şehbayê êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kirin.