Li Qamişlo bi hezaran li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan

Bi hezaran şêniyên bajarên kantona Qamişloyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Mexmûr û Şengalê daketin qadan.

Bi dirûşma “Bêdengiya navneteweyî erêkirina qirkirina xweseriya Êzidxanê ye” şêniyên Kantona Qamişloyê daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengal, Mexmûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kirin ku ji bêdengiya xwe derkeve û rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker bigire.

AMÛDÊ

Bi dirûşma “Bêdengiya we erêkirina qirkirina xweseriya Êzidxanê ye” şêniyên navçeya Amûdê meşiyan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.

Meşa ku ji aliyê Kongreya Star ve hatiye organîzekirin, ji çerxerêya Jin a li navçeyê dest pê kir. Beşdaran wêneyên şehîdên nexweşxaneya Şengalê rakirinn.

Beşdarvên meşê di nava kolana sereke ya navçeyê de meşiyan û li qada Şehîd Cîhad a li naverasta bajêr rawestiyan. Meş li qadê veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama rêveber a Kongreya Star Celîle Osman axivî û got: “Dewleta Tirk her tim dibêje ew ê gelê Kurd qir bike. Lê gelê Kurd li hemberî êrîşên qirkirinê serî natewîne.”

Celîle destnîşan kir ku civata navneteweyî berpirsa êrîşên domar ên dewleta Tirk ên li dijî herêmê ne û wiha pêde çû: "Heke destê wan di van êrîşan de tune bûya, bêdeng nediman."

TIRBESPIYÊ

Pêkhateyên navçeya Tirbepsiyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengal û Mexmûrê şermezar kir û got bêdengiya navneteweyî erêkirina qirkirina êzidiyan e.

Beşdarvan li pêşiya navenda Kongreya Star a li rojhilatê navçeyê kom bûn û di nava sûka navendî de meşiyan. Meş li pêşiya Navenda Meclisa Navçeyê rawestiya û veguherî mitîngê.

Di mitîngê de endama rêveber a Kongreya Star Asya Cuma axivî û îşaret pê kir ku dewleta Tirk ji bo tola xwe ji herêmê hilîne, ji ber ku DAÎŞ ji aliyê hêzên herêmê ve hate tunekirin, êrîşî Şengal û Mexmûrê dike.

Asya diyar kir ku bêdengiya civata navneteweyî rê da dewleta Tirk ku komkujiyên xwe yên li dijî gelên herêmê berdewam bike, lê daxuyand ku gelên herêm koletî û zulmê qebûl nake.

GIRKÊ LEGÊ

Her wiha bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê meşiyan. Destpêkê li Qada Şehîd Xebat kom bûn û di kolana sereke ya navçeyê de meşiyan.

Di meşa ku li naverasta navçeyê rawestiye de endama rêveber a Kongreya Star Xaliye Îbrahîm axivî û berxwedana şêniyan û gerîla ya li hemberî dagirkeriya Tirk silav kir. Xaliye wiha axaftina xwe domand: “Ji 4 mehan ve dewleta Tirk a dagirker êrîşî Başûrê Kurdistanê dike, lê berxwedana Hêzên Parastina Gel (HPG) û şêniyan komployên mêtîngeriyê têk birin. Dewleta Tirk ji ber ku li pêşiya berxwedana gerîla bi bin ket, êrîşî Şengal û Mexmûrê dike. “

DÊRIK

Bi sedan şêniyên Dêrikê bi xwepêşandanekê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kampa Şehîd Rustem Cûdî li Qada Azadî kom bûn.

Xwepêşandanê bi diruşmên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a faşîst, ji Qada Azadî despê kir û di sûka navendî re derbas bû.

Xwepêşandêran berê xwe dan Qada Jinên Azad û veguherî kombûneke girseyî. Xwepêşandan bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre bi navê Kongreya Star, Hediya Ebdullah diyar kir ku armanca dewleta Tirk qirkirina Kurdan û projeyên demokratîk ên li herêmê ne û wiha domand: "Dewleta Tirk vîna gelê Kurd û gelên herêmê hedef digire, her wiha hewl dide tecrûbeya Neteweya Demokratîk ku di nava hemû pêkhateyên herêmê de yekîtî pêk aniye, tune bike."

Hediya bang li Kurdan kir ku têkoşîna li dijî planên mêtingeriyê yên dewleta Tirk mezin bikin.

ÇIL AXA

Li Çilaxa, bi dehan şênî û pêkhateyên navçeyê daketin qadan û pankartên ku li ser nivîsên "Na ji dagirkeriyê re, Na ji xiyanetê re" hene û wêneyên şehîdan hildan û li kolana giştî geriyan.

Xwepêşandêran berê xwe da qada garajê, piştre yek ji rêveberên Komîteya Perwerdeyê a Kongreya Star Emanî Şêx Hesen diyar kir ku dewleta Tirk hîn jî siyasetên xwe yên dijminane li ser  gelên herêmê dimeşîne û bi tu awayî hesebana ji desthilata Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê re nake, ev jî hevkariya wan di van siyasetan de piştrast dike.

Emanî berdewama bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî gel û Şengalê û bêdengiya navneteweyî hemberî van sûcan şermezar kir da zanî ku bêdengiya wan tê wateya berdewamiya siyaseta tunekirinê ya li dijî gelê Kurd.

Di dawiya axaftina xwe de, Emanî Şêx Hesen bang li rêxistinên navneteweyî kir ku bi erka xwe ya mirovî rabin û sûcên domdar ên li dijî gelê Şengalê rawestînin.