Berdevka Yekîtiya Jinên Êzîdî yên Rojava Suad Hiso êrîşên li ser Êzîziyên li Şengalê şermezar kir, diyar kir êrîşên dewleta Tirk ên li ser Êzîdiyên Şengalê ne nû ne û got, ''DAÎŞ'ê sala 2014'an bi êriş û komkujiyan nekarî Êzîdiyan tine bike. Dixwestin bikin ku Şengal nema xak û cihê Êzidyan be lê nekarîn vê bikin. Tirkiye dixwaze qirkirina DAÎŞ'ê nûjen bike û temam bike.''
Hiso êrîşên dewleta Tirk ên li ser pêşengên civak Êzîdî bi bîr xist û got, ''Mam Zekî, Fermandar Zerdeşt Şengalî şehîd kirin. Seîd Hesen ê welatparêz û pêşengê Êzîdî şehîd kirin. Bi vê jî neman li nexweşanê û nexweşan dan. Em van komkujiyên li ser Êzîdiyan şermezar dikin û qebûl nakin. Em dizanin bê ka hedefa wan çiye.''
Hiso her bi berdewamî bi bîr xist ne tenê li Şengalê li Efrîniyê polîtikaya qirkirinê li ser Êzidiyan dike, got, beriya ku Efrîn were dagirkirin 25 hezar Êzîdî li EFrînê dijiyan lê niha 2 hezar mane, dagirkeran Êzîdî revandine û kuştin. Hiso got, ''Li gundên Êzîdî ji bo çeteyan kamp, mizgeft û dibistanên dînî vekirin. Li Efrînê eynî weke DAÎŞ'ê lixwekirina çarşefê li Êzîdiyan ferz dikin, Misilmantiyê li ser wan ferz dikin. Perwerdehiya Îslamî bi zorê didin zarokên Êzîdî.''
Hiso bi berdewamî got deweta Tirk çeteyên DAÎŞ'ê û malbatên wan li malên wan bi cih dike, 30'ê Tebaxê di navbeyna du gundên Êzîdî Qimar û Tirindê de kampeke ji 350 mal ji bo çeteyan çêkirine, li nav wê mizgef û qursa Quranê heye. Hiso got, ''Ev guherandina demografiyê ye. ''
Hiso bi berdewamî diyar kir qirkirina li ser Kurdan û Êzidiyan a li Şengalê û li Rojava ku bi destê dewleta Tirk tê kirin nikare were qebûlkirin û got, ''Êzîdî dixwazin li ser xaka xwe bi vîn, pergal û baweriya xwe bi azadî bijîn. Lê Tirkiye çawa ku bi demografiya Efrînê lîstike dixwaze li Efrînê jî eynî tiştî bike.
Li ber çavê cîhanê Êzîdiyên ku li Şengalê DAÎŞ'ê qira wan anî niha jî bi bombeyên balafirên Tirk tê bombekirin .Beriya bi du rojan dîsa Şengal, cihekî bi ser asayai Êzîdxanê ve bombe kirin. Lê dewletên cîhanê, Iraq û PDK deng ji xwe dernaxin. Wiha xuya dike hemûyan li hev kiriye û dixwazin qira civaka me bînin.''
Hiso bi berdewamî diyar kir bi van êrîşan dixwazin bikin ku Êzîdî ji Şengalê birevin û berê xwe bidin Ewropayê û got, ''Em bang li mirovahiya cîhanê, rêxistinên mafê mirovan dikin, êdî em bi hev re li dijî vê qirkirinê rawestin.''
Hevserokê Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê Hisên Hesen jî got, ''Em diyar dikin dewleta Tirk dixwaze qirkirina DAÎŞ'ê nûjen bike. Lê beriya DAÎŞ'ê jî pêşiyên dewleta Tirk Osmaniyan qira Êzîdiyan anîn. Ji Osmaniyan û wir ve qira Êzîdiyan tînin. Niha jî dewleta Tirk li aliyekî êrîşê tîne ser Şengalê, li aliyekî êrîşê tîne ser Efrînê û Serêkaniyê û dixwaza qirkirina Kurdan û Êzîdiyan temam bike.''
Hesen bi berdewamî diyar kir PDK gelê Şengalê dixe hedefa dewleta Tirk de û got, ''PDK jî naxwaze ku Êzîdî bibin xwedî îrade, jiyana xwe rê ve bibin û naxwaze berevaniya xwe bikin. Ji bo ku vê îradeyê bişkîne hewl dide. Jixwe hêzên navnetewî jî ev pejirandine. Ev ji bo mirovahiyê hetîketî ye. Dixwazin civakeke mazlûm qir bikin û bêşûnwar bikin. Em Êzîdiyên li Hefrînê bangî li Êzîdiyên Kurdistanê û cîhanê dikin. Em xwedî li Şengalê û gelê xwe derkevin. Em li kûderê bin jî bibin dengê Êzîdiyan ku dewleta Tirk êrîşên qirker û koçberkirinê tîne ser wan. Em vê bikin rojeva gelÊn cîhanê û bi hev re li dijî van êrîşan rawestin.''
Hevserokê Mala Êzîdiyan a Herêma Cizîrê Faruq Tozo jî têkilî êrîşên Tirk ên li ser Êzîdiyan got,''Li Efrînê gorên me jî kirin hedef. Li Serêkaniyê 14 gundên Êzîdî hebûn. Bi dagirkeriya Tirk li vir yek Êzîdî nema. Malên me talan kirin .Beriya dagirkeriya sala 2019'an jî sala 2012-2013'an dewleta Tirk destek da Cephet El Nusra. Berê wan da Serêkaniyê. Li vir pêşî Êzîdî şehîd kirin.''
Tozo bi berdewamî got Şengalî hewl didin ku kirinên DAÎŞ'ê weke qirkirinê were pênasekirin, li aliyê dî dewleta Tirk li Efrîn û Serêkaniyê qira Kurdan tîne û got, ''Êzîdiyên ku b ji qirkirina DAÎŞ'ê xila bûn niha bi bombeyên Tirkan têne kuştin. Ez ji dewletên cîhanê dipirsim, gelo ji bo we 'qirkirin' çiye? Tenê dema ku DAÎŞ dike, hûn jê re qirkirin dibêjin? Hûn çima naxwazin tiştên ku DAÎŞ'a Tirk dike nebînin?''
Faruq Toza got para Iraq û PDK'ê jî di qirkirina Êzîdiyan de ya bi destê dewleta Tirk heye û got, ''Rewşa Efrîn û Serêkaniyê li ber çavan e. Niha dixwazin eynî tiştî li Şengalê bikin. Bila hemû cihan, Iraq, Tirkiye û PDK zanibe em Êzîd biryardar in ku li ser xaka xwe, bi vîn, xwerêvereberî û xweparastina xwe bijîn. Li dijî hemû êrîşan em li Rojava li ber xwe didin, li Şeganlê li ber xwe didin. ''