Dewleta Tirk a dagirker li Efrîn û navçeyên wê 6 kes revand

Hate ragihandin çeteyên girêdayî dewleta Tirk di 1’ê Îlonê de li bendeke kontrolê ya li Efrînê kesê bi navê Ebdulqadir Seydo girtine. Hate diyarkirin Seydo ji gundê Birîmce yê Mabatayê ye.

Li gorî çavkaniyên ji Efrînê koma çeteyan a bi navê Lîwa El Weqas di 30’ê Tebaxê de li gundê Anqelê yê Şiyê kesên bi navê Azad Kemal Hesen (32) û Arif Şikrî (32) girtine. Tê diyarkirin ku aqûbeta van her sê kesan nayê zanîn.

Li gorî agahiyên ku hatine standin endamên îstîxbarata Tirk li navçeya Bilbilê li gundê Kêlayê 3 sivîl revandin.

Navê kesên ku hatine revandin: Ehmed Reşîd Hisên (50), Aslan Şêxmûr Hebeş (38), Menan Ehmed Bêrem (42). Aqûbeta her sê kesan jî nayê zanîn.

DI MEHEKÊ DE 100 KES HATIN REVANDIN

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê di navbeyna 29'ê Tîrmehê û 23'yê Tebaxê de dewleta Tirk a dagirker bi kêmanî 101 kes revandine. Ji van 17 jê jin û 3 jê zarok in.

Rêxistin diyar dike dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo kesên ku direvînin fidyeyê dixwazin û armanc ew e ku gelê xwecih koçber bike, guherîna demografîk temam bikin.