HRE: Li Efrîn, Bab û Ezazê 12 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku li herêmên dagirkirî Efrîn, Bab û Ezazê di çalakiyan de herî kêm 12 dagirker hatine kuştin ku 3 ji wan leşker in. Hate ragihandin ku 16 dagirker jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di navbera 27 û 31'ê Tebaxê de li herêmên Efrîn, Bab û Ezazê li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker çalakî hatine lidarxistin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"27'ê Tebaxê li derdora gundê Daglîbaş ê herêma Babê bi ser baregeha çeteyên dagirker ve hate girtin. Di encama vê çalakiyê de 5 dagirker hatin kuştin, 3 dagirker jî birîndar bûn.

29'ê Tebaxê li Efrînê di encama çalakiyekê de 2 çete birîndar bûn. Heman rojê li Ezazê li dijî serçeteyekî Cebhep El Şamiye çalakiya sabotajê hate kirin. Di vê çalakiyê de serçete û çeteyekî din hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. Heman demê derb li wesayita çeteyan hate xistin.

30'ê Tebaxê li taxa Eşrefiyê ya Efrînê di çalakiyekê de 2 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.

31'ê Tebaxê li gundê Hizwanê yê Babê, li dijî baregeha leşkerên Tirk ên dagirker çalakî hate lidarxistin. Di encamê de 3 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn."

HRE'yê ragihandin ku di encama van çalakiyan de herî kêm 3 jê leşkerên Tirk 12 dagirker hatin kuştin, 16 dagirker jî birîndar bûn."