Dewleta Tirk û çeteyên xwe sivîlan direvînin û êşkence dikin

Dewleta Tirk û çeteyên wê yên weke ‘Polîsên Leşkerî’ hatine nasandin şêniyê bi navê Mistefa Bekir Bekir li gundê wî yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê revand û êşkece kir.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên weke ‘Polîsên Leşkerî’ hatine nasandin, sivîlê Efrînî Mistefa Bekir Bekir ê ji gundê Derwêş ê navçeya Şera ya Efrînê, dema gihişte gundê xwe revandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, Mistefa Bekir 19 salî ye. Çavkanî anî ziman ku çeteyan Mistefa Bekir bir navenda çeteyan a li navçeya Şera û bi tundî îşkence lê kir.

Çavkaniyan ragihand ku ji bo berdana Bekir çeteyan daxwaza milyonek lîreyê Sûriye kiriye.