Cenazeyê şehîd Îmad Hecî li Minbicê hate veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îmad Ebdûrezaq Hecî li Şehîdgeha Minbicê bi merasîmekê hate veşartin.

Cenazeyê şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îmad Ebûrezaq Hecî li Şehîdgeha Minbicê bi merasîmekê hate veşartin.

Merasîma li Şehîdgeha Minbicê bi deqeyeke rêzgirtinê û merasîma leşkerî dest pê kir.

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Raîd El Ehmed li merasîmê axivî û got, "Em çi bikin jî nikarin heqê şehîdan bidin. Li pêşberî fedakariya şehîdan em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin."

Ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê Werde El Ehmed jî diyar kir ku şehîd li dijî komplogeran bûn mertal û canê xwe feda kirin.

Endamê Komîteya Şaredariyan a Minbicê Sacî Ebdûlkafî jî bal kişand ser fedakariya şehîdan û soz da ku wê li ser rêya ku şehîdan nîşan dane têbikoşin.

Piştî axaftinan belgenameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîmê cenazeyê şehîd li ber qîrîna dirûşman hate veşartin.