Xelkê Kobanê êrişên PDK'ê şermezar kir

Bi sedan kes li Kobanê daketin qadan û xiyanetae PDK'ê ya li gelê Kurd û êrişên li dijî gerîla şermezar kirin.

Li Kobanê bi dirûşma "Meşa rûmetê ya li dijî xiyanetê" meşek hate lidarxistin.

Meş ji meydana Jin a Azad heta meydana Şehîd Egîd pêk hat û pankarta bi nivîsa "Barzanî kujerê şehîdên Zendûrayê ye" û wêneyên şehîdên azadiyê hatin hildan.

Piştî meşê li meydana Şehîd Egîd mîtîngek hate lidarxistin. Endama Rêveber a Buroya Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl li mîtîngê axivî û got, "Dewlet Tirk a dagirker demeke dirêj e bi rengekî hovane êrişî Başûrê Kurdistanê dike. PDK jî li hemberî van êrişan bêdeng e û xiyanetê li xwişk û birayên xwe yên Kurd dike. PDK'ê bi vê xiyaneta xwe dîrok dubare kir. Ji bo têkbirina dijmin, divê em li ber vê xiyanetê rabin."

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firat Mûsa Hesen jî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker demên dawî êrişên li ser herêmê zêde kiriye.

Mûsa Hesen destnîşan kir ku hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û êrişa li dijî gerîla, bahaneyek dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye.

Hesen diyar kir ku wê li ser şopa şehîdan bin û bang li gelê herêmê kir ku dawî li van bûyerên ku aramiya herêmê têk dibin bînin.