Çiya: Em ê berdêla parastina welêt bidin

Ji fermandarên QSD'ê Milîtan Çiya got, ''Em hêza parastina xak û welêt in. Berdêla vê çi dibe bila bibe em ê vê bikin.''

Yek ji fermandarên QSD'ê Milîtan Çiya got dewleta Tirk ji ber Şoreşa Rojava dixwazê tolê ji gelê herêmê hilîne.

Ji fermandarên QSD'ê Milîtan Çiya bi bîr xist Şoreşa Rojava bi berxwedaniya mezin, bi ked û berdêlên giran çêbûye, destkeftiyan nerehetiyek ji bo hinan ava kiriye. Çiyan diyar kir dewleta Tirk ji xwe re kiriye armanc ku Rojava dagir bike, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî bi çarçoweya vê planê hatiye dagirkirin û got, ''Di êrîşên dagirker ên dewleta Tirk de ziyan hate ser gelek sivîlan. Sivîl mirin. Mal û erdên wan ji dest çûn. Ji hêla madî û manewî ve gel berdêleke giran da.''

iÇiya diyar kir dewleta Tirk ku dixwaze herêmê dagir bike û talan bike ne bi serê xwe, êrîşên siyasî, dîplomatîk, civakî û leşkerî bi plan û konseptekê pêk tên û got, ''Ji ber vê ji operasyonên psîklojîk heta leşkerî her rêyê ji xwe rewa dibînin.''

Çiya bal kişande ser hebûna Rûsya û rejîma Şamê ya li herêmê, diyar kir dewleta Tirk wan nahesibîne, dema ku dixwaze êrîşê tîne û got, ''Her wiha li herêmên dagirkirî jî her cure êrîşê tîne ser gel. Li herêmên dagirkirî her roj êşkence li mirovan dikin, rûmet û anora mirovan dikin bin piyan. Nabêjin ev zaro, jin û yixtiyar e. Bi dehan belgeyên vê zilmê hene. Dewleta Tirk ji her kesî re terorîst dibêje. Yixtiyarê 70 salî jî teorîst e. Gundiyê ku li baxçeyê xwe dixebite jî teorîst e.  Ji ber vê gundên ku bi kîlometreyan dûrî eniyen jî kirin hedef. Dexl û heywanên mirovan kirin hedef. Herî dawî li gundê Safwiyê malbatek bi tevahî kuştin .Nîvê şevê bi çekên giran bi saetan êrîş birin ser malbatê. Her kesî ev dîmen dîtin.''

Çiya bi bîr xist ku dewleta Tirk her cure çekên giran, balafirên şer û keşfê bi kar tîne û got, ''Dewleta Tirk dibêje divê em 3 km dûrî rêya M4'ê bin. Helbet ew jî divê wiha bin lê tim vê binpê dike. Rêya M4'ê her roj dibe hedefa êrîşên dewleta Tirk. Gundên li du aliyên rêyê bûne kavil, ji ber ku tim êrîşê tîne. Tê gotin qada hewayî girtî ye. Tiştekî wiha tine, dewleta Tirk çi dema ku dixwaze balafirên keşfê, balafirên şer radike. Her wiha çend caran xwestin bikevin qadê. Heta niha li xeta Eyn Îsa û Mişerfê 5 caran xwestin sînor bibezînin. Bi gelek leşkere û çeteyan, konvoyan, bi çekên giran, tang û balafirên keşfê bi rojan hewl dan ku sînor bibezînin. Ev êrîşên dewleta Tikr bin. Xwestin ku sînor bişkînin û dagrikeriyê berfireh bikin lê bi berxwedana mezin şervanên QSD'ê hatin şikandin.''

Çiya diyar kir ew ê li bara ti êrîşê bêbersiv nemînn û got, ''Em hêza parastina gelê xwe ne û em ê gelê xwe biparêzin. Mirovên ku li vê herêmê li ber xwe didin û şer dikin parastina welatê xwe dikin. Helbet êrîş hê jî didomin. Em hêza parastinê jî hay ji peywira xwe hene û heta dawiyê ji bo ku em peywira xwe bi cih bîbin her cure fedakarî û berdêlê bidin. Ne ku tenê ji bo ku êrîş aniye, ji bo ku xaka me dagir kiriye jî em ê dewleta Tirk poşman bikin.''