ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Balafirên Rûs bombe li gundên Efrînê yên dagirkirî barandin
Balafirên Rûs bombe li nuqteyên çeteyên dewleta Tirk ên li gundên Basilê û Beradê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê barandin. Dewleta Tirk jî beşek ji leşkerên xwe ji gundê Basilê vekişand. -
Cara duyemîn êrişî Şêrawa hate kirin
Balefirên şer ên Rûsyayê nîvrokî gundê Basilê yê Şêrawa bomberdûman kiribû. Êvarî careke din bomberdûman hate kirin. -
Artêşa Tirk a dagirker li gundê Um El Kêfê da
Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser Til Temirê zêdetir kir û berêvarî gundên Um El Kêfê bomberdûman kir. -
Dewleta Tirk êrişî Til Temirê kir
Artêşa Tirk a dagirker gundên Til Kêfçî û Til Cuma yên Til Temirê bomberdûman kir. -
Li Şehbayê şehîd hatin bîranîn, dewleta Tirk û PDK hate protestokirin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê li Şehbayê şehîd bîr anî, dewleta Tirk û PDK jî protesto kir. -
Rêveberiya Xweser û MSD`ê bi rayedarên Rûsya û Emerîka re civiyan
Nûnerên MSD û Rêveberiya Xweser bi şandeya Wezareta Karên Derve ya Rûsya bi serkêşiya Mikhail Bogdanov re li Moskovê civiyan. Di heman çarçoveyê de şandeya MSD’ê li Washîngton jî bi rayedarên DYE’y re jî civiyan. -
YPG: Daxuyaniyên Wezareta Parastinê ya Tirk derew in
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirk a navbera 23-24’ê Îlonê de kiribû, derewand. -
Artêşa Tirk Dirdara bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker gundê Dirdara ya Til Temir bi çekên giran bombe kirin. -
Dagirker Eyn Deqnê bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker gundê Eyn Deqnê ya Şehbayê bombe kir. -
Şêniyên Eyn Îsayê: Cihê dewleta Tirk li vir nîne!
Şêniyên Eyn Îsayê ku timî dibin hedefa êrişên dewleta Tirk, diyar kirin ku armanc ji van êrişan valakirina herêmê ye û destnîşan kirin ku cihê dewleta Tirk li vê herêmê nîne. -
Dewleta Tirk 3 Efrîniyên din revand
MÎT û çeteyên dewleta Tirk li Qîbareê 2 sivîlên Efrînî, li Ezazê jî ji Nexweşxaneya Şemarînê sivîlek revandin. -
Dagirkeran bombe li gundekî Şêrawayê barand
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundekî navçeya Şêrawa ya Efrînê barand. -
Dagirkeran bombardûmaneke giran li gundê Dibisê kirin
Artêşa Tirk a dagirker ku hefteya derbasbûyî li gundê Dibisê yê Eyn Îsayê 4 kes qetil kirin, bombardûmaneke giran li vî gundî kir. -
Mayîna DAÎŞ’ê bi leşkerên Şamê ve teqiya
Di encama teqîna mayîna çeteyên DAÎŞ’ê ya li çolistana Sûriyeyê çandibû, 1 endaê Dîfa El Wetenî, 2 leşkerên girêdayî rêveberiya Şamê hatin kuştin. -
QSD: Li Dibisê 5 çete hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn
QSD'ê têkilî êrîşa dagirker a dewleta Tirk a li ser gundê Dibisê daxuynaî da. QSD'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku 5 çeteyên bi ser dewleta Tirk ve hatine kuştin. -
Dagirkerên ku xwestin bikevin gundê Dibisê hatin şikandin
Hate ragihandin dagirkerên u xwestin bikevin gundê Dibisê yê Eyn Îsa htin şikandin. -
Şêniyên Eyn Îsayê di bin gef û êrişên dewleta Tirk de ne
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe ji 1'ê Îlonê û vir ve 65 caran bi çekên giran êriş birin ser Eyn Îsayê. 5 sivîl qetil kirin, 13 jî birîndar kirin. Xisar da gelek mal û zeviyan. -
Di teqîna mayîna li Şehbayê de 4 zarok birîndar bûn
Li navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê saetên ber êvarî mayîneke berê ya çeteyên DAÎŞ’ê hatibû çandin, yek jiê giran 4 zarokên birîndar bûn. -
Şehîd Mizel Mihemd spartin axê
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hunidirîn Ehmed Mizel Mihemed bi merasîmekê li Hesekê spartin axê. -
Artêşa Tirk a dagirker li Eyn Îsa ciwanek birîndar kir
Artêşa Tirk a dagirker gundê Mişerfa ya Eyn Îsa dan ber topan û di encam de ciwanek birîndar bû. -
Li Hesekê 2 DAÎŞ’î hatin girtin
2 çeteyên DAÎŞ’ê yên di êrîşa li ser hêzên QSD’ê de cih girtibûn, di encama operasyona hêzên ewlekaryê ku hêzên esmanî jî destek kirin de, hatin girtin. -
Li El Şihêl kesên nenas ciwanek qetil kir
Li bajarokê El Şihêl a Dêrazorê êrîşkarên li motorsiklêtê siwar gule li ciwanekê barand û qetil kir. -
Qetlîama li gundê Dibis protesto kirin
Meclîsa Eyn Îsa û Meclîsa Kantona Girê Spî qetlîama dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Dibis protesto kirin. -
Dewleta Tirk êriş bir ser Eyn Îsayê: Kesek mir 6 kes jî birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker xwe bera nav gundê Dibis a li rojavayê Eyn Îsayê da û gule li sivîlan reşand. Di vê êrişê de kesek mir û 6 kes jî birîndar bûn. -
Dagirkeran êriş birin ser Eyn Îsayê: Sivîlek hate kuştin, 4 jî birîndar bûn
Çeteyên bi ser dewleta Tirk a dagirker ve êriş birin ser gundê Dibisê yê Eyn Îsa, sivîlek hate kuştin, 4 sivîl jî birîndar bûn.