Efrîniyan êrîşên dewleta Tirk şermezar kir

Efrîniyên ku ji ber dagirkeriya Tirk ji bêgavî çûne Şêrewa û Şehbayê êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kirin.

Mihemed Neeso yê Efrînî li ser êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser wan got, ''Dewleta Tirk her roj êrîşê tîne ser navçeya me Şêrewa. Îro careke din êrîş anî. Ji ber êrîşên dewleta Tirk zarokên me ditirsin. Bandorê li ser derûniya wan dike. Zarokên me dixwazin ji xwe re bilîzîn lê ji ber topên dewleta Tirk nikarin ji xwe re bilîzin. Em dixwazin hêzên cîhanî dengê xwe li Tirkiyê bikin da ku dawî li vê êrîşkariya xwe bîne.''

Piştî wê endama Meclîsa Kampa Veger ya li Şêrewa Ceylan Mihemed nêrîna xwe anî ziman û got, ''Dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze Efrînî dîsa koç bikin. Lê Efrîniyên li Şêrewa bi deverekê ve naçin wê li ber xwe bidin û vegerin Efrînê.''

Seydo îbîş ê Efrînî êrîşên dagirkeriya Tirk bi bîr xist, got ji ber êrîşên Tirk heta niha gelek sivîl şehîd bûne. Îbîş her wiha bêdengiya dewletên cîhanê yên li bara êrîşên dagirkeriya Tirk bi bîr xist û got divê dewletên cîhanî û saziyên mafê mirovan dengê xwe li dewleta Tirk bikin. Îbîş her wiha got Efrînî heta ku EFrîn were rizgarkirin wê li ber xwe bidin.