YPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

YPG'ê ragihand ku şervanê wan Hogir Narîn Botan ji ber nexweşiyê şehîd bû û got, "Hevrêyê me Hogir heta kêliya dawî bi berpirsyariyeke mezin cihê xwe di nava karên şoreşê de girt."

Navenda Ragihandin û Çapameniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî şehadeta şervanekî xwe ragihand.

YPG da zanîn ku şervanê wan Hogir Narîn Botan (Abdulazîz Yeşîl) ji ber nexweşiyê şehîd bûye. 
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Roja 26’ê Tebaxê hevalê me Hogir Narîn Botan di encama nexweşiyê de li Hesekê gihîşt şehadetê.

Heval Hogir di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Di demekê de ku têkoşîna azadiyê li Rojava û bakurê Sûriyeyê bi pêş diket, tevlî nava refên me bû. Heval Hogir bi taybetmendiyên xwe yên kedkar, fedakar û dilnizm dihat nasîn û di her kêliya jiyanê de ev sekna xwe parast. Hevrê Hogir heta kêliya dawî bi berpirsiyariyeke mezin tevlî karên şoreşê bû û erkên xwe bi azweriyeke mezin bi cih anîn.

Em di şexsê hevrê Hogir de şehîdên xwe yên leheng hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Hogir Narîn Botan
Nav û paşnav: Abdulazîz Yeşîl
Navê dayikê: Meryem
Navê bav: Tahîr
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 26 Tebax 2021