Dagirkerên Tirk li Efrînê 3 sivîlên din jî revandin

Dagirkerên Tirk li navçeya Bilbilê ya Efrînê 3 sivîl revandin.

Li gorî agahiyên ku hatine standin endamên îstîxbarata Tirk li navçeya Bilbilê li gundê Kêlayê 3 sivîl revandin.

Navê kesên ku hatine revandin: Ehmed Reşîd Hisên (50), Aslan Şêxmûr Hebeş (38), Menan Ehmed Bêrem (42). Aûbeta her sê kesan jî nayê zanîn.

Tê gotin kesê bi navê Menan Bêrem parêzer e.,

Her wiha hate gotin kesên ku dewleta Tirk bi çarçoweya paqijiya etnîk li Efrînê bi cih kirine, li navçeya Bilbilê gundê Bîkê Ehmed Hemo yê 70 salî revandine.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê di navbeyna 29'ê Tîrmehê û 23'yê Tebaxê de dewleta Tirk a dagirker bi kêmanî 101 kes revandine. Ji van 17 jê jin û 3 jê zarok in.

Rêxistin diyar dike dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo kesên ku direvînin fidyeyê dixwazin û armanc ew e ku gelê xwecih koçber bike, guherîna demografîk temam bikin.