Dewleta Tirk bombe li gundên Şehbayê barand

Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li gundên Kantona Şehbayê barand.

Li gorî saloxan, dewleta Tirk a dagirker saet derdora 10:40'î yê wexta herêmî, bi hawanan bombardûman li ser gundên Ziwan û El Enabê hate kirin. Hate ragihandin ku nêzî 20 top li herêmê ketin. Agahiyên berfireh bi dest neket.

Dewleta dagirker 31'ê Tebaxê jî bombe li gundên Şêx Îsa, Şêalê û Samuqayê yên Şehbayê barandibû.

Dewleta Tirk a dagirker mehên dawî êrişên li ser Şehba, Eyn Îsa, Girê Spî, Til Temir û Efrînê zêde kir. Bi êrişên li ser sivîlan û binesaziya sivîl sûcê giran ê şer tê kirin.

Meha derbasbûyî bi dehan carî êriş li dijî Efrîn û Şehbayê hate kirin. Hema hema her roj êriş li herêmê hate kirin.

Li gorî yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Danyel Kobanê, dagirkeran meha Tebaxê 60 carî agirbest binpê kiriye û bombe li bejahiya Girê Spî barandiye.