Li Qamişloyê çalakiyên 1’ê Îlonê: Dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin

Meclîsên navçeyan Kantona Qamişloyê, bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Cîhanê daketin qadan û êrişên dagirker en dewleta Tirk protesto kirin.

Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê; Meclisa Kantona Qamişloyê, Meclisa Navçeya Tirbespiyê, Meclisa Navçeya Çilaxa, Meclisa Navçeya Dêrikê, Meclisa Navçeya Girkê Legê û Meclisa Navçeya Til Hemîsê daxuyanî dan.

Meclisa Kantona Qamişloyê li pêşiya navenda xwe ya li Qamişloyê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê hevserokê meclisê Silêman Ebû Bekir ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Îro, Roja Aştiyê ya Cîhanê ye. Ji mafên netewe û gelan e ku bêyî şer di aştiyê de bijîn. Lê belê li Rojhilata Navîn, di encama berjewendiyên siyasî yên welatên hegemon de ku hewl didin hevsengiyên nû çêkin û hegemonyaya xwe mayînde bikin, dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî van herêman dikin. Bi wan êrişên xwe hemû rêgez û peymanên navneteweyî yên ji bo banga aştiyê binpê dikin.”

TIRBESPIYÊ, ÇILAXA

Meclisa Navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa jî 2 daxuyaniyên cuda dan û bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku Rêveberiya Xweser nas bikin û rê li ber sûcên dermirovî yên dewleta Tirk bigirin.

Hevserokê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Mihemed Hec Ferhan û hevseroka Meclisa Navçeya Çilaxa Emel Nezal, daxuyanî xwendin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Şoreşên li herêmê karîbûn sîstemên dewletan biguherin û ber bi avakirina civakeke demokratîk û azad ve biçin. Lê belê Şoreşa Sûriyeyê veguherî aloziyê. Ev alozî ji ber destwerdanên derve û dagirkirina herêmên Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û belavkirina fitneyê di navbera pêkhateyan de, dirêj kir. Di encamê de bi milyonan kes hatin koçberkirin û binesaziya bajaran hate rûxandin.

Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji tevahî cîhanê re felsefeya demokratîk û biratiya gelan da nîşandan, şerê terorê kir. Ji civata navneteweyî tê xwestin ku piştgiriyê bide vê rêveberiyê û wê nas bike.”

TIL HEMÎS

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Xalid El-Ebdullah jî bi heman armancê daxuyaniyek da û tê de got: “Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biratiya gelan û têkoşîna ji bo mayîndekirina sîstema Rêveberiya Xweser heye ku edalet û wekheviyê misoger dike. Lê belê hikumeta Tirk bi topbarana xwe ya domdar hewl dide vê şoreşê têk bibe.”

Di dawiya hemû daxuyiyan de, bang li rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan û saziyên civaka sivîl hate kirin ku rê li ber sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigirin.

DÊRIK

Bi dehan endamên saziyên civaka sivîl li pêşiya Meclisa Navçeya Dêrikê kom bûn û endama meclisê Georgette Korkîs daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa biratiya gelan heye, li wir gel ji bo sîstema rêveberiyê û mayîndekirina edalete û wekheviyê têdikoşe. Lê belê hikumeta Tirk şerê projeya neteweya demokratîk dike û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî domdar topbaran dike.”

GIRKÊ LEGÊ

Li aliyekî din, Meclisa Navçeya Girkê Legê Silêman Salih daxuyaniyek xwend û tê de destnîşan kir ku hemwextî Roja Aştiyê ya Cîhanê, dewleta Tirk herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran dike.