Kongreya Star salvegera avabûna Rêveberiya Xweser pîroz kir

Koordînasyona Kongreya Star salvegera 3’emîn a avabûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir.

Bi wesîleya salvegera sêyemîn avabûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Koordînasyona Kongreya Star peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Di peyama pîrozbahiyê de ev tişt hate diyarkirin “Bi boneya salvegera sêyemîn a avabûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, destpêkê em gelê xwe, birîndar û malbatên wan û gelên herêmê bi giştî pîroz dikin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk berhema Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye, şoreşa xilasiya ji zulm û zordestiyê ye. Bi destpêkirina bihara gelan re rizgariya ji zilm û pêkutiya pergala dewletê pêk hat. Îrade û fikra azad derket holê. Li Rojhilata Navîn û li her dera dinyayê mînaka Rêveberiya Xweser bi şoreşa Rojava derket holê, xwedî li biratiya gelan hate derketin.

Jinan di hemû saziyan bi taybet pergala hevserokatiyê de cih girt û roleke çalak lîst. Jinan di Rêveberiya Xweser de ji bo belavkirina têgeha rizgarkirina jinan, wekheviya di navber her du zayendan de û xurtkirina jinan di warê amadekirina destûrê û nivîsandina hevpeymana civakî roleke mezin lîst.

Em hemû gelên azadîxwaz, gelê me yê têkoşer û hemû karmendên Rêveberiya Xweser bi vê boneyê pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.”