Dewleta Tirk a dagirker gundên Minbicê û Şehbayê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker gundên El-Neyrabiya û El-Zoyan ên girêdayî kantona Şehbayê, topbaran dike, her wiha gundê Seyadê ya bakur rojavayî Minbicê yê tijî sivîl bi hawanan topbaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker vê sibehê gundê Seyadê ya bakur rojavayî Minbicê yê tijî sivîl bi hawanan topbaran kir. Di encama topbaranê de malek hilweşiya.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker malên sivîlan hedef girtiye,  di encamê de malek li Cebel Seyadê hatiye rûxandin û xwediyê malê ji bo rizgarkirina zarokên xwe ji malê derketiye.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de her wiha gundên El-Neyrabiya û El-Zoyan ên girêdayî kantona Şehbayê jî topbaran dikin.