Dewleta Tirk bombe li gundên Şerayê barand

Dewleta Tirk a dagirker bi tankan bombe li gundên ser bi navçeya Şera ya Efrînê barand.

Hate ragihandin ku dewleta Tirk li gorî dema herêmî saet di 09:30'î de bi tankan dest bi bombekirina gundên Elqemiyê û Merenazê kiriye. Li ser êrişan agahiyên berfireh bi dest neketin.

Dewleta Tirk mehên dawî êrişên li ser Şehba, Eyn Îsa, Girê Spî, Til Temir û Efrînê zêde kir. Di van êrişan de ku li dijî sivîlan û binesaziya sivîlan tê kirin, sûcên giran ên şer hatin kirin. Êriş hema bêje rojane têne kirin û li herêmên ku hatine dagirkirin sivîl bi rêk û pêk tên revandin, êşkence liw an tê kirin û kiryarên li derveyî mirovahiyê li wan têne ferzkirin.

Meha derbasbûyî li Efrîn û Şehbayê bi dehan caran êriş hate kirin. Êriş her roj têne kirin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê dewleta Tirk di navbera 29'ê Tîrmehê û 23'ê Tebaxê de herî kêm 101 kes li Efrînê revandin. Hate ragihandin ku 17 ji van jin û 3 jî zarok in. Rêxistinê diyar kir ku dewleta Tirk li gel çeteyên xwe ji bo kesên revandine fîdyeyê dixwaze û bi vî rengî dixwaze xelkê xwecihî koçber bike û guhertina demografiyê temam bike.

Li gorî yek ji fermandarên Leşkerî yên Girê Spî Danyel Kobanê, dagirkeran meha Tebaxê 60 carî agirbest binpê kirin û bombe li bejahiya Girê Spî barandin.