Dewleta Tirk bombe li Şera û Şêrawayê barand

Dewleta Tirk careke din bombe li navçeyên Şera û Şêrawa yên Kantona Efrînê barand.

Li gorî agahiyan, dewleta Tirk a dagirker gundên Qinetire û Birc Qas ên Şêrawayê û gundên Alqemiye û Meranaz ên Şerayê bombe kir. Têkildarî êrişê agahiyên berfireh bi dest neketin.

Şeva 1'ê Îlonê gundên Ereb Hesen, Seyade û El Dendeniyê yên Minbicê jî bombe kiribû. Heman rojê danê nîvro jî êrişî gundê Seyadê yê li bakur rojavayê Minbicê kiribû û maleke sivîlan hilweşandibû.

1'ê Îlonê her wiha gundên El Neyrabiya û El Zozan ên Kantona Şehbayê bombe kir.

Dewleta Tirk mehên dawî êrişên li ser Şehba, Eyn Îsa, Girê Spî, Til Temir û Efrînê zêde kiriye. Bi êrişên li ser sivîlan û binesaziya sivîlan sûcê giran ê şer dike.

Meha derbasbûyî li Efrîn û Şehbayê bi dehan caran êriş kir. Hema hema her roj êrişan dike.

Li gorî yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Danyel Kobanê, dagirkeran meha Tebaxê 60 carî agirbest binpê kir û êrişî bejahiya Girê Spî kir.