Rêveberiya Xweser: Heta Sûriyeyeke demokratîk em ê têkoşîna xwe dewam bikin

Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek da û diyar kir, heta Sûriyeyeke demokratîk û aştiyane bê avakirin wê têkoşîna xwe ya demokratîk, siyasî û civakî dewam bike.

Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Tevî zehmetî û planên astengkirinê yên ji bo astengkirina projeya Rêveberiya Xweser hatin kirin, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beriya 3 salan bû projeyeke nîştimanî ya Sûriyeyê ku karîbû bi rêya karê avakirina îradeya civakî dewam bike û bi pêş bikeve."

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de ev yek hate destnîşankirin: "Di sekina li dijî terorê de û ji bo peydakirina modeleke yekane li Sûriyeyê bêyî ku zirarê bide yekitiya wê û ji bo ku nûnertiya rasteqîn a îradeya milyonan bike, Rêveberiya Xweser roleke dîrokî ya berbiçav lîstiye. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beriya sê salan û heta niha bi hemû şêwazan ji bo pêkanîna hêviyên pêkhate û gelên herêmê têdikoşe. Her wiha roleke dîrokî ya berbiçav lîstiye ku li dijî terorê li ber xwe da û modela demokratîk a yekane li Sûriyeyê bêyî ku zirarê bide yekparebûna erdnîgarî û civakê, pêşkêş kir."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku têkoşîna Rêveberiya Xweser ji bo peydakirina çareseriyeke demokratîk ku rastiya pirrengiya li Sûriyeyê nîşan bide, berdewam e. Wê bi rêya xebatên dîplomatîk û siyasî yên berfireh da ku bi nûnertiyeke rasteqîn a pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî çareseriya siyasî bibe, gelek xebat meşandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser bi rewşa giştî ya Sûriyeyê bandor dibe, lê ruxmî gelek astengiyên aborî, dorpêç û hewldanên domdar ên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku dixwazin rêveberiya li herêmê tune bikin, Rêveberiya Xweser heta rayedeke mezin pêdiviyên xizmetguzarî yên pêwîst ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re peyda kirin û li hemberî hewldanên tesfiyekirinê yên leşkerî û siyasî li ber xwe da.

Di daxuyaniyê de bang li gelên herêmê hat kirin ku piştgiriya Rêveberiya Xweser û saziyên ewlehiyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn, saziyên xizmetguzariyê û civakî bikin û xwedî li vê tecrubeya demokratîk derkevin.

Di daxuyaniyê de hewldanên Rêveberiya Xweser ên ji bo rêgirtina li pêşiya pandemiya Koronayê hate bibîrxistin û hat gotin: "Rêveberiya Xweser li gorî derfetên heyî roleke mezin lîst ku rê li pêşiya belavbûna vê pandemiyê bigire."

Di dawiya daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser got: "Ji bo pêkanîna Sûriyeyeke aram û demokratîk ku nûnertiya vîna hemû Sûriyeyiyan dike û ji bo rizgarkirina hemû warên dagirkirî, têkoşîna me ya têkoşîna demokratîk û siyasî wê berdewam bike. Ji bo parastin û pêşxistina vê tecrûbeya pêşeng em ê kar bikin û kêmasiyên 2 salan derbas bikin. Em soz didin gel û şehîdan ku li ser asta siyasî nûnertiya wan bike û daxwazên wan ên demokratîk pêk bînin.

Bi vîneke xurt herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin da ku şêniyên koçber bi rûmet vegerin warên xwe, Sûriyeyeke yekgirtî, aram û demokratîk ava bikin ku nûnertiya vîna hemû Sûriyeyiyan dike."