ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
SOHR: Li Dêrazorê êrişek li ser hêzên Îranê pêkhat
Dronekê ku nehat zanîn ayîdê kê ye li El Bû Kemal a Dêrazorê hêzên Îranê kir armanc. -
Li Efrînê çeteyan 2 kes revand
Dewleta Tirk li Efrînê ya ku dagirkirî yek jê zarok 2 kes revand. -
Dewleta Tirk Girê Kişûrê talan kir
Dewleta Tirk tevî artêşa çeteyên xwe ve Girê Kişûr ê dîrokî ya li nêzî navçeya Raco ya dagirkirî talan kir. -
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gel li qadan bûn
Gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan daketin qadan û daxwaza azadiya fîzîkî ya wî kirin. -
Xelkê Kobanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiya
Bi hezaran kes li Kobanê daketin qadan û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Dewleta Tirk bombe li gundekî Zirganê barand
Dewleta Tirk a dagirker piştî Eyn Îsayê bombe li gundê Til Emîr ê navçeya Zirganê barand. -
Dewleta Tirk êrişî Eyn Îsayê kir
Dewleta Tirk a dagirker careke din êrişî rojavayê Eyn Îsayê û Reya Bejahî ya M4 kir. -
Dirbêsiyê xwe li dijî dagirkeriyê amade dike
Yek ji herêmên ku dewleta Tirk a dagirker gefê lê dixwe, Dirbêsiyê ye. Ji fermandarên ku tevlî amadekariyên parastinê bûne Berxwedan Korşît got, "Bi navê zarokên vê xakê em amade ne, em ê li ber dagirkeriyê rabin." -
Eyşê Efendî: Ji bilî hêza xwe em baweriyê bi ti hêzê nînin
Eyşê Efendî destnîşan kir ku li dijî gef û êrişan, ji bilî hêza xwe ew baweriyê bi ti hêzê nînin û got, "Ji bo parastina destketiyan, ji bo rizgarkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê divê em yekîtî û hevgirtina xwe xurt bikin." -
QSD’ê dewleta Tirk derewand
QSD’ê ji bo daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirk ya dibêje ku li herêmên dagirkirî du endamên wan hatine şehîd xistin bi gotina “Li herêma navborî hêzên me tune ye” daxuyanî derewand. -
Kemîna DAÎŞ’ê ya li Dêrazorê: 7 leşkerên Şamê mirin
Li Dêrazorê di encama kemîna ku çeteyên DAÎŞ’ê danîbû de 7 leşkerên Şamê hatin kuştin. -
Li Helebê ji bo Endamê Hêzên Komondosê kona sersaxiyê hat vedan
Bi sedan kes li Helebê serdana kona sersaxiyê ya ji bo şervanê Hêzên Komondosê Husam Cuma (Şervan) yê li Reqayê şehîd bû kirin. -
Çalakiya Sêmalka di roja xwe ya 40’mîn de ye
Li Deriyê Sînor ê Sêmalka 40 rojin ku malbatên şehîdan diyarkirin ku radestnekirina cenazeyên şehîdan ji malbatên wan re îsbata hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk e. -
Li Kampa Holê 2 kes hatin kuştin
Di encama êrişa şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê yên li Kampa Holê ku li ser navenda pêşwazîkirina kampê pêkanî de 2 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Qurbaniyên Komkujiya Sînemaya Amûdê hatin bîranîn
Di salvegera wê ya 61’emîn de li Amûdê Komkujiya Sînemeya Amûdê hatin bîranîn. -
Bi hezaran herikîn cihê sersaxiyê ya şehîdên Qamişloyê
Bi hezaran kes bera xwe dan konê sersaxiyê û hate gotin ku pêwîste Emerîka û Rûsya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmê sînorekê deyne. -
Çalakvanên Sêmalka: PDK bi faşîzmê re hevkariyê dike
Çalakvanên li Sêmalkayê diyar kirin ku PDK ji bo berjewendiyên xwe bi faşîzma Tirk re hevkariyê dike. -
Şêniyên Kobanê li ber êrişên dewleta Tirk rabûn: Em ê ti carî dest ji axa xwe bernedin
Şêniyên gundê Menazê yê Kantona Kobanê gef û êrişên dewleta Tirk şermerzar kirin û diyar kirin ku wê ti carî dest ji axa xwe bernedin. -
Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn yê şehîdbûyî bi merasîmekê hat veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Salih Remedan li Til Hemîsê bi merasîmekê spartin axê. -
Şehîdên Qetlîama Hilêliyê bi merasîmeke bi heybet spartin axê
Li Qamişloyê Şehîdên Qetlîama Hilêliyê bi merasîmeke bi heybet spartinê axê. Dayika Mezmlûm Gulo Necah Gulo biryardariya xwe ya “Emê heya stasyona dawî, stasyona serkeftin û azadiya gelê me berdewam bikin” nû kir. -
Çalakvanên Sêmalkayê: Divê PDK ji vê şermê vegere
Kesên ku tevlî çalakiya li Sêmalkayê bûn a ku 38 roj in didome, hevkariya PDK û dewleta Tirk şermezar kirin û gotin “Çima PDK cenazeyê şehîdan nadin me?” -
Li Kobanê bi hezaran kesan êrişa li Qamişloyê şermezar kirin
Li Kantona Kobanê bi hezaran kesan êrişa li hemberî malbata Gulo şermezar kirin. -
YPJ: Em ê tekoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin
YPJ’ê têkildarê qetilkirina 3 endamên malbata Gulo ya beriya du rojan li Qamişloyê ji aliyê dewleta Tirk ve pêkhatibû daxuyaniyek da û ragihand: “Heta gelekî bi vî rengî berxwedêr û qehraman hebe, wê tu carî dewleta dagirker negihîje armanca xwe.” -
YPG’ê 2 şervanên xwe yên şehîd bi bîr anî
YPG’ê du şervanên xwe yên şehîd bi bîr anî û got “Ciwanên qehreman ên gelên Kurdistanê ji bo xeyalên mezin canê xwe feda dikin û di dilê mirovayetiyê de cihekî mezin stendin.” -
Ji bo şehîdên Qamişloyê şîn hate ragihandin
Ji bo Yûsif Gulo û 2 neviyên wî ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, îro şîn hate ragihandin.