Li Kampa Holê 2 kes hatin kuştin

Di encama êrişa şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê yên li Kampa Holê ku li ser navenda pêşwazîkirina kampê pêkanî de 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

Navenda Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişa şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê li ser navenda pêşwazîkirinê ya Kampa Holê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Roja Înê saet 03:30’an yek ji şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê di nava kampa Holê de bi çekên sivik êrişî navenda pêşwazîkirinê ya kampê kir. Hêzên me yekser bersiva êrişê dan û di encama wê de du kes ji niştecihên kampê ku li navenda pêşwazîkirinê bûn hatin kuştin. Hêzên me derbarê endamên şaneyê ku vekişiyan û di nava niştecihên kampê de xwe veşart, dest bi lêgerînê kir.

Ji kêliya destpêkê ve ku hêzên me bersiva êrişê dan, dest bi lêpirsînên berfireh kir da ku bigihêje şaneya terorîst, endamên wê bigire û jiyaneke ewle ji niştecihên kampê re peyda bike.

Em wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi hemû derfetên xwe dixebitin da rewşeke ewle di kampa Holê de ku bi hezeran malbatên endamên rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê têde dijîn, peyda bike.

Lê Kampa Holê pirsgirêkeke navneteweyî ye û divê hemû hêzên navneteweyî berpirsiyariya xwe di çareserkirina vê pirsgirêkê de bicih bînin. Tevî ku tê zanîn hêzên me bi hemû hêz û derfetên cuda dixebite da ku hewayeke baş ji niştecihên kampê re peyda bike heta ku ev pirsgirêk were çareserkirin.”