Şêniyên Kobanê li ber êrişên dewleta Tirk rabûn: Em ê ti carî dest ji axa xwe bernedin
Şêniyên gundê Menazê yê Kantona Kobanê gef û êrişên dewleta Tirk şermerzar kirin û diyar kirin ku wê ti carî dest ji axa xwe bernedin.
Şêniyên gundê Menazê yê Kantona Kobanê gef û êrişên dewleta Tirk şermerzar kirin û diyar kirin ku wê ti carî dest ji axa xwe bernedin.
Ji ber êrişên dewleta Tirk a li ser Rojava, bi hezaran sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Herî dawîn jî dewleta Tirk a dagirker du caran ji hewayî êriş kir û ji ber van êrişan 5 kesên sivîl şehîd bûbûn. Li Qamişloyê jî dewleta Tirk li wesayîteke sivîlan dabû û ji malbata Gulo 3 kes şehîd bûbûn.
Di derbarê van êrîşan de dayîka bi navê Xecê Îmê ya ji gundê Menazê ya girêdayî kantona Kobanê êrîşên ku dewleta Tirk li Kobanê û Qamişlo pêk aniye şermezar kir û bal kişand ser vî tiştî ku ew êrişên dewleta Tirk a li ser herêmê qebûl nakin, ji ber ku zarokên wan di van êrişan de jiyana xwe ji dest didin.
Dayika Xecê got, “Dewletên cîhanê yên weke Rûsya û Emerîka bi dewleta Tirk re bi plan van êrîşan li ser me dimeşînin. Kî tê ser vê axê dikeve pey berjewendiya xwe. Me dît ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatine dagirkirin. Lê em jî diyar dikin ku em dev ji axa xwe bernadin, heke mirin be jî, ji hebûna dijmin baştir e.”
Hemwelatiyê bi navê Nedîm Daşo yê ji gundê Menaza Kobanê jî bi şermezarkirina êrişên dewleta Tirk dest bi axaftina xwe kir û got “Ji bo parastina axa xwe, em ê her tim amade bin. Em ê tu carî dev ji axa xwe bernedin.”
Dayika bi navê Zehîde Emo El Ehmed jî diyar kir ji ber gefên dewleta Tirk ew nikarin bi aramî bijîn û dewletên dîtir li hemberî van gefan dengê xwe nakin. Zehîde Emo El Ehmed got “Li Kobanê gelek şehîd hatine dayîn. Erda me ne erzan e û em ê nedin tu kesî. Em ê tu carî dev ji axa xwe bernedin.”