Çalakvanên Sêmalkayê: Divê PDK ji vê şermê vegere

Kesên ku tevlî çalakiya li Sêmalkayê bûn a ku 38 roj in didome, hevkariya PDK û dewleta Tirk şermezar kirin û gotin “Çima PDK cenazeyê şehîdan nadin me?”

Şêniyên herêma Cizîrê çalakiya konvedanê ya li nêzî dergeha Sêmalkayê ya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ji 5’ê Cotmeha borî ve li dijî xiyaneta PDK’ê û ji bo radestkirina cenazeyê şehîdên kemîna Xelîfanê, didomînin.

Şêniyên navçeya Amûdê ev 2 roj in di çalakiyê de ne ku derbasî roja xwe ya 38’an bû.

Endama Kongreya Star a navçeya Amûdê Meyada Xelîl wiha got: "Em ê çalakiya xwe di bin konê rûmet û berxwedanê de berdewam bikin heta ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan dikin."

Meyada destnîşan kir ku PDK bûye amûrek di destê dewleta Tirk a faşîst de ku komkujiyek pêk anî û di encama wê de 5 gerîla şehîd bûn. Meyada bang li PDK’ê kir ku helwesta xwe ji gelê Kurd re eşkere bike û got çima PDK cenazeyê şehîdan radest nake.

Her wiha hevseroka PYD`ê ya navçeya Amûdê Minewer Xalid jî diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê çalakiyên xwe dewam bikin û got: "Şehîd nirx û rûmeta me ne, heke ne ji berdêlên şehîdan nebûna gelê Kurd nedigihaşt vê pêvajoya dîrokê ku hebûna xwe ji tevahî cîhanê re îsbat kir. Lewra divê PDK cenazeyên şehîdan radest bike."

Minewer Xalid wiha domand: "Şerm e ku em li pêşiya sînorê Başûrê Kurdistanê sekinîne û banga radestkirina cenazeyê şehîdan li PDK’ê dikin. Em dixwazin nas bikin ka çima PDK cenazeyên şehîdan radest nake."

Her wiha Minewer Xalid bang li şêniyên Başûrê Kurdistanê jî kir ku li hemberî siyaseta PDK`ê bêdeng nemînin.