Li Kobanê bi hezaran kesan êrişa li Qamişloyê şermezar kirin

Li Kantona Kobanê bi hezaran kesan êrişa li hemberî malbata Gulo şermezar kirin.

Meş ji Qada Jina Azad a li Kobanê dest pê kir û li Qada Şehîd Egîd bi dawî bû.

Li Qada Şehîd Egîd endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Arif Balî axivî û got: “Dewleta Tirk dijmantiya gelê herêmê dike. Duh êrişî Kobanê kir, îro Qamişlo, sibe Hewlêr û hemû bajarên Kurdistanê bike hedef.”

Arif Balî wiha domand: “Divê dewletên cîhanê destê xwe deynin ser wijdanê xwe û rê li pêşiya sûcên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê bigirin.”

Her wiha Arif Balî bang li gelê Kurd û hemû pêkhateyên herêmê kir ku li pêşiya êrişên domdar ên dewleta Tirk bisekinin û bi hev re herêm, destkeftiyan biparêzin, xwe bi rêxistin bikin û xayînan ji herêmê derxin.

Di 9’ê Mijdarê de droneke dewleta Tirk a dagirker li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê li erebeyeke sivîl dabû. Di encamê de 3 welatî ji malbatekê şehîd bûn.

Îro li Qamişloyê bi hezaran kesan cenazeyê her sê şehîdan veşartin.