Eyşê Efendî: Ji bilî hêza xwe em baweriyê bi ti hêzê nînin

Eyşê Efendî destnîşan kir ku li dijî gef û êrişan, ji bilî hêza xwe ew baweriyê bi ti hêzê nînin û got, "Ji bo parastina destketiyan, ji bo rizgarkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê divê em yekîtî û hevgirtina xwe xurt bikin."

Hevseroka Meclîsa Malbata Şehîdan a herêma Firatê Eyşê Efendî li ser êrişên dawî yên li ser Herêmê ji ANF’ê re axivî û wiha got; "Hate dîtin ku di demên dawî de êrişên hewayî yên dewleta Tirk li ser herêmê çêbûn û di encama wê de gelek sivîl şehîd bûn. Heta astekê dixwaze ku şereke psîkolojîk di nav gel de çêbike û di aliyekî din de jî ji ber sozên ku dane çete û dewletên hevkar dixwaze tola xwe ji Kobanê hilîne."

'HER KOMKUJIYEK, HÊRSA GEL ZÊDE DIKE'

Eyşê Efendî behsa rewşa xirab a aboriya Tirkiyeyê kir û diyar kir: "Ji ber tê xuyakirin ku di hundirê Tirkiyeyê de rewşeke xirab a aborî heye û her wiha gelek dewletan gotine ku divê Erdogan nekeve hilbijartinan. Ji ber vê mîna Sedam Hisên bûye, çawa Sedam bi kiryarên xwe yên dermirovî êrişê Kurdan dikir, ew jî bi heman rengî êrişê Kurdan dike. Her komkujiya ku dewleta Tirk pêk tîne jî dibe sedem ku di nava gel de kîn û nefret zêdetir bibe."

'ME JI TUNEBÛNÊ HEBÛN AVA KIR'

Eyşê Efendî sersaxî ji malbata Gulo re xwest û wiha pêde çû: "Bi dehan şehîdên malbata Gulo hene û dîsa derdikevin û dibêjin em ne poşmanin. Ji bo vê jî wê tola malbatê bê hildan. Ji ber ku me ji tunebûnê hebûn ava kir, tenê gelê me li pişt me bû. Şoreşa jinê di dinyayê de hate naskirin, lê divê em zêdetir li ser vê kar bikin."

'DIVÊ GELÊ ME HER TIM JI BO REWŞÊN WIHA AMADE BE'

Her wiha Eyşê Efendî bang li gelê Kurd ên li derveyî welat kir û got, pêwîste ew jî li hember saziyên pêywendidar ên Ewropayê xebatên xwe zêdetir bikin û axaftina xwe wiha domand: "Gelê me azadî jiya, ji ber vê jî divê gelê me her tim ji bo rewşên wiha amade be. Ji ber ku di rewşeke wiha de pêwîste şervan di çepera yekemîn de bin, di çepera duyemîn de jî divê gelê me li pişta zarokên xwe bisekine. Gelê me di gelek komkujiyan re derbas bûye û di vê wateyê de xwedî ezmûn e; ji xwe dîrokek hatiye nivîsandin."

'SOZ DIDIN LÊ PÊK NAYININ'

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşê Efendî anî ziman ku haya Emerîka û Rûsyayê ji êrişên ku niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdibin heye û got, "Ji ber vê yekê êrişên ku li ser wan pêk tên di bin ala dewleta Tirk de tê kirin. Dewleta Tirk her roj êriş dike; ji bo pêşiya van êrişan bê girtin, malbatên şehîdan bi gelek caran çûne baregehên Rûsan û Rûsan jî soz dane wan ku wê gel biparêzin. Lê heya niha tu parastin nehatiye kirin."

'JI BILÎ HÊZA XWE, BAWERÎ NEDIN TI HÊZÊ'

Eyşê Efendî di dawiya axaftina xwe de wiha bang li gel kir: "Ji bilî hêza xwe bawerî nedin tu hêzê, ji ber ku ew sed salin ku tu hêzan piştgiriya gelê Kurd nekiriye. Gelê me ji tunebûnê hebûna xwe çêkiriye. Ji ber vê ye ku êrişî gelê Kurd dikin, bila her kes vê bizanibe ku gelê me bi van êrişan re tune nabe. Îro gelê me ne gelê berê ye, gelekî perwerdekirî ye, felsefeya Rêber Apo nas kiriye û bi hezaran şehîdên xwe hene. Lê ji bo destketiyên xwe biparêzin û Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê rizgar bikin divê yekîtî û hevgirtinek çêbibe."