SOHR: Li Dêrazorê êrişek li ser hêzên Îranê pêkhat
Dronekê ku nehat zanîn ayîdê kê ye li El Bû Kemal a Dêrazorê hêzên Îranê kir armanc.
Dronekê ku nehat zanîn ayîdê kê ye li El Bû Kemal a Dêrazorê hêzên Îranê kir armanc.
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku droneke ku nayê zanîn a kijan dewletê ye, derdora bajarê El-Bû Kemal ê rojhilatê bajarê Dêrazorê komên girêdayî Îranê bobmbebaran kir.
Li gorî SOHR’ê 12'ê Mijdarê komên girêdayî Îranê alên xwe li ser avahiya çandê û hin baregehên leşkerî yên li El-Bû Kemalê rakirin û alên rejîma Şamê li şûna wê hatin danîn. Hate gotin hêzên Îranê ji tirsa ku werin hedefgiritin alên xwe rakirin.
SOHR’ê her wiha diyar kir ku di 10'ê Mijdarê de di êrişeke hawayî ya li dijî depoeyên çekan ên Îranê yên li El-Bû Kemalê de bi kêmanî 7 kes ji komên girêdayî Îranê hatin kuştin.