Li Efrînê çeteyan 2 kes revand

Dewleta Tirk li Efrînê ya ku dagirkirî yek jê zarok 2 kes revand.

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Ezazê ya girêdayî Efrîna dagirkirî yek jê zarok 2 kes revand.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser benda kontrolê ya ketina bajarê Ezazê welatiyê bi navê Ebdo Murad Reşo (38) revand.

Ebdo Murad Reşo ji gundê Omo yê navçeya Mabata ye, dema ku ji bo kirîna pêwîstiyên malê diçû bajarê Ezazê, li ser benda kontrolê hate revandin. Her wiha hate diyarkirin ev cara duyemîne ku Ebdo Reşo tê revandin.

Tê gotin ku çeteyan li gundê Badîna yê navçeya Racoyê zarokê bi navê Hisên Şaban ê 14 salî ji mala wî revand.