Dewleta Tirk Girê Kişûrê talan kir
Dewleta Tirk tevî artêşa çeteyên xwe ve Girê Kişûr ê dîrokî ya li nêzî navçeya Raco ya dagirkirî talan kir.
Dewleta Tirk tevî artêşa çeteyên xwe ve Girê Kişûr ê dîrokî ya li nêzî navçeya Raco ya dagirkirî talan kir.
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker kantona Efrînê di 2018’an de dagir kir, gelek pêvajoyan dest bi kolandina Girê Kişûrê hat kirin.
Di merheleya duyemîn a 2019’an de piranî girê şûnwarî hate konaldin û talankirin. Lê li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di destpêka 2021’an de çeteyên dewleta Tirk a dagirker dest bi hemleya berfireh a kolandina gir kir û gir hat xirabkirin û tunekirin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî bi gerîna li berhemên dîrokî, giran dikolin. Lê dema çeteyên DAÎŞ’ê jî li hin herêman serwer bûn, wan jî dîrok talan dikir û kel û pelên dîrokî didizîn.
Têkildarî mijarê, çavkaniyên SOHR’ê ragihandin ku çeteyên Cebhet El-Şamiyê yên nêzî îstîxbarata dewleta Tirk hin cihên dîrokî yên li gundê Akde yê li Ezazê yê bakurê Helebê talan dikin û li berhemên dîrokî digerin.
Li kantona Efrînê ya dagirkirî jî, girê Dêrsewanê yê li navçeya Şera ku ji 1981’an de bi biryara 244’an di gerînendetiya berhemên dîrokî ya Sûriyê de hatiye tomarkirin ji hêla çeteyên dewleta Tirk ve hate kolan û talankirin. Li gorî wêneyên nû yên têkildarî cihê dîrokî hatine kişandin eşkere dibe ku girê dîrokî li pêş çavên hêzên dagirkeriya Tirk rastî kiryarên kolan û talankirinê tê.
Hêzên dagirkeirya Tirk ên li ser girê Cindirêsê, gir kolan û talan kirin û ji dema dagirkirina herêmê ve gir kirine baregeheke leşkerî. Li gorî wêneyên bi rêya satalaytê hatine kişandin gir bi alavên giran ku baregehê fireh bikin rastî kolandin û talankirinê hatiye û gelek berhemên dîrokî girê hatin dizîn.